Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mefer

profîla "mefer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şampaz] de;

3. Navê Romana Sadiq Ûskanî. ji ber ku roman li Qezê/Qoserê derbas dibe bala min kişand û min destpêkir bi rastî kêfa min hîn di serî de ji gotinên nivîskêr re hat ji ber ku bi toz û herîyê destpêkir. Ên ku dizanin jixwe dizanin wexta mirov qala qezê kir divê weke bismilayê mirov bi toz û heriyê destpê bike *

Di romanê de qala devereke Kurdistanê û zikakên wê tê kirin ev tişt jî bêtir dibe sedem ku balê bikişîne. Welatê mirovî çiqasî nexweş û bi pirsgirêk be jî a dawî welat e û şêrîn e li ber dilê mirovî. Ji aliyê naverokê roman li dora fen û fûtê Şampazî dizîvirin.

Apoyê ku fen lê hatiye kirin û digihêje kê û ew jî qala xwe û fenên Adil Berdayîyî dikin a rast ev tişt di romanê de mirov hinekî aciz dike weke dikeve nava dubareyekê. Lê hevokên Sadiq têra xwe herikbar e û bi henekan hatiye xemilandin gotinên kevn ên li nav miletî de xweş û di cih de bi kar aniye. mînak: rêya Qubikê, a Girmelêva, a Dirbêsiyê û weke Dikana Balîfo, Camiya Xerabe navên li Qezê hîn tê bikaranîn tê de derbas dibin. Û weke gotinên herêmî mînak li Qezê ên ku diherin mêvandariyê û zû bi zû ranabin heta nîvê şevê dimînin ji wan re dibêjin ma bû "Şevbihêrkiya Cilîniyan" biwêjên bi vî rengî hatinin bi kar anîn. Jixwe roman li dora salên 2010an de derbas dibe, lê di navêrokê de carna di bîranînên Apoyî de xwe digihîne zemanên berê heta qala navê Tilermen û Dunaysirê jî tê kirin.

Sadiq, pirsgirêkên civakî bi zimanekî edebî aniye zimên. derdên toz û heriya bajarekî ku tu caran tu kes lê xwedî derneketiye, derdên ceyrana qaçax, derdên bê zimanbûnê, derdên gundiyên ji axa xwe hatinin veqetandin û li bajaran ketinin nava devê guran, derdên bê dewletbûnê. Û derdên civakî ku ji ber mêrên wan tiştên hatine sêre jinan, kul û derdên feqîriyê. Û di civaka Kurdan de şerê xurt û qelsan.

Min xwest çend tiştan li ser romana Sadiq bibêjim ji ber ku ez bi hêvî me dibe ku di wextên pêş de navê xwe bi esasî li edebiyata kurdî binivîsîne.

Mefer Kurdil

Here lînkê



18.01.2021 15:35 ~19:58 | mefer