6. BAJAR
Te go: “Ez ê biçim deverekî dî, biçim zeryayeke dî
Ji vî çêtir dê her were dîtin bajarekî dî.
Her hewldanên min neçarîyeke li min hatiye nivîsin
û dilê min – weke miriyan- li bin axê ye.
Hêşê min heta kengî di nav vê rizandinê de bimîne.
Çavê min hema li ku bikeve û li ku binêrim
Xerabeyên umrê xwe ên reş li vir dibînim,
ku min ewqas sal borandine û xerabûme û rizîme.”
Tu ê welatên dî peyda nakî, peyda nakî zeryayên dî
Ê bajar tim li pey te bê. Tu ê li heman kûçe û rêyan
hê bigerî. Û li heman taxan tu ê kal bibî
û li heman malan porê te ê bibe spî.
Her tim tu ê bigihî vî bajarî. Ji bo deverên dî–qet hêviyan neke-
Bo te keştî tune û rê tune.
Weke ku te jiyana xwe li vir rizandiye
li vê quncika biçûk, li ser vê axê te ew jî wisa wêran kiriye
[23, 1910]
Ji Yewnanî: Mîrza Baran
|