Tirşik - Profîl
tirşik-profîla seydayê_peyvan

profîla "seydayê_peyvan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [m] de;

2. ...niha ji vê xweya hane pir acizi im, xwe... xwe... xwe. çiqasî jê binefret im. eger bikaribim wê di zimanê kurdî de nahêlim û davêjim. bila ew sedemenên afirandina wê jî hilweşin . ew pir hestîgiran rûreş e bi teybetî ku pişti navan tê, bi baweriya min di hemû zimanan de cînaveke kirêt e... guh bide van hemû minên tehl çiqasî bê çêj in. hey du hezar tif li vê min bibare. eger mêr bizanin çiqasî bi vê minê sivik dibin, bêguman wê dijî wê protesto bikin û xwepêşandanan lidar bixin, wê cade û kolan pir bibin bi mêrên hêrsbûyî û wê panel û civîn saz bikirana da ku bikarin vê minê ji ziman rakin. mîna mêrekî werimî bê dûrxistin. dibe ku deh milyon kes daxwaz ji akademiya kurdî û navenda paqijkirina ziman bikin vê minê ji nav bibin.wek paşayekî sitemkar, jineke dawpîs dermanxwarî bikin, hemû bi yek dengî biqîrin vê minê ziman têk daye û bila nemîne, bila hilweşe... (r.41)



(bnr: şêrzad hesen)

(bnr: avesta)

(bnr: çîrok)

werger ji soranî (bnr: besam mistefa)



30.07.2013 01:45 | seydayê_peyvan