Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurmanciya mereşê] de;

10. kurmanciya ku çi dema ez diçim elbistanê ez dixwazim bibihîsim e.. dema hin kes di nava xwe de bi peyvin ez bi dizî guhê xwe didim wa bê ka ew bi tirkî en jî bi kurdî dipeyîvin. ger bi kurdî bê ez bi awayek baldar guhê xwe didim wa..li elbistanê demekî ez û hevala xwe çûn dikanek zêrînker de ku xwedi̇ yê dikanê kurd bû. Li dikanê jî çend muşterî hebûn ku ew jî kurd bûn. (Ji xwe li elbistanê tirk û sunî ji elewiyan û kurdan kirî –firotinê nakin) Çawa çêbû ez jî nizanim lê hema me cêhde dest bi axaftina kurdî kir. Dema dîtin ku ez kurdî dipeyvim gellek keyfa wan hat. Ji aliyê fêhmkirinê ve ji bo min ti pirsgirên nebû. Lê carna wa ez fêhm nedikirim.. Çi dema rêya min ket elbistanê û îşê min li dikana zêrînker hebê (ka xwedê zanê di imrê xwe de ezê çend carên dî herim) bê guman ezê herim vê dikanê. Bi rastî kurdên wê derê ji esnafên tirkan gellek baştir û bi me’rîfet in..



05.04.2014 01:34 | nan û av