Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi kurdî fikirîn û bi tirkî gotin] de;

49. vÊ HAVÎNÊ EZ JI mÊRDÎNÊ DIHATIM AMEDÊ. ez LI YENÎŞEHÎRA MÊRDÎNÊ LI DOLMÎŞÊ SIWAR BÛM Û EM BI RÊKETIN. HEMÎ KOLTIX Û KURSÎYEN DOLMÎŞÊ TEJÎ BÛN. dEMA em HINDEKÎ JI MÊRDÎNÊ DERKETIN YEKÎ LI SER RÊ DESTÊ XWE JI ŞIFÊR RE RAKIR Û ŞIFÊR JÎ SEKINÎ. wElHASIL ZILAM LI DOLMÎŞÊ SIWAR BU. ZILAM WÊ BIHATA AMEDÊ. zILAMÎ LI DER Û DORÊ NÊRÎ KÛ CIHEKÎ RÛNÊ PEYDA BIKÊ. lÊ CIH NEBÛ. mIN NÊRÎ ŞIFÊRÊ DOLMÎŞÊ ji wî re BI TIRKÎ EYN EV GOT : şÊXANA KADAR AYAKTA YAPARSAN şÊXANDA BOŞALIR.. . YANÎ HETA ŞÊXANÊ TI IDARE BIKÊ WÊ PIŞTÎ ŞÊXAN CIHÊ VALE BIBÊ..dEMA MIN EV DIYALOG BIHIST BI RASTÎ EZ JI KENA BEICÎm.. tABÎ MIN FIHÊT DIKIR EZ BI DENGEKÊ BILIN BIKÊNIM..



19.01.2014 20:34 | nan û av

21. Hevalekê minê diyarbekirî di derbarê vê de bûyereka kû li serê wî de derbas bûye jI min re gotibû. Got: Ez rojekî li izmîrê ji bo di dersxaneyekî de kar bikim ez çûm hevdîtinê û ez bi reveberê dersxaneyê re runiştim. Welhasil em peyivin û peyivin. Rêveberê dersxaneyê ji hevalê me pirs kiriye: gelo ti ji ber çi hatî kar bikê? Hevalê min jî bi tirkî gotiye: Para biriktirip kendime evleneceğim. Yanî ezê hin pereyan bidime hev û ji xwe re bizewicim. Piştî vê gotinê rêveberê dersxanê zîq li hevalê min nêriye û şaş maye. Jê pirs kiriye: Nasil kendî kendîne evleneceksin? Yanî tê çawa xwe bi xwe re bizewicê. Paşî heval ji reveberê dersxaneyê re rewş diyar kiriye û rêveber jî me’na ‘kendime evleneceğimê fêhm kiriye.



08.10.2013 00:15 | nan û av

13. kendime evleneceğim.

yanî ezê ji xwe re bizewicim.

tîlkîlerim ağriyor.

yani roviyên min di êşin.



01.08.2013 23:06 | nan û av