Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cirano

profîla "cirano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [charles bukowskî] de;

1. Charles Bukowski (16 Tebax 1920 – 9 Adar 1994), helbestvanekî emerîkî ku navê wî yê esil Heinrich Karl Bukowski ye. Di berhemên xwe de carinan navê Henry Chinaski jî bikaranî ye. Jiyana xwe bi granî li Los Angelesê ya ku bajarekî California ya DYA'yê ye derbas kiriye.

Ew, di berhemên xwe de bi granî cîdayîna merevên dervî civakê, depresyon û araqxwurîyê navdar e. Ew bixwe jî jiyanek wuha jiya ye.



Ji gelek xortan re şîretên dostanî

Here Tîbet'ê

Li devê swar be

încîlê bixwîne

boyaxa hêşîn li solên xwe xe

riyê berde

bi kanoyek ji kaxiz li dunyê bigere

bibe aboneyê the saturday evening post'ê

di cûtinê de tenê kêleka devê xwe ya çep bikarbîne

bi keçek yek ling re bizewice

bi dûzanek ko xwe kurr bike

li milê jinekê navê xwe bikole

dranên xwe bi benzînê firçe bike

heyta êvara razê û bi şev jî bi daran ve rapeliqe

bibe keşe

bi vîskiyê re bîrayê vexwe

serê xwe di binê avê de bisekinîne

li kemanê xe

li ber tîreja mûmên pembe lotikan bavêje

kûçikê xwe bikuje

bibe namzetê serokahiya şaredariyê

di nava varîlekê de bijî

serê xwe bike du filqan bi bivirekî

laleyan biçîne li bin baranê

lê helbestan nenivîsîne

Charles Bûkowskî

Werger : Dûrzan Cîrano



17.07.2013 14:26 | cirano