Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gmail] de;

7. xixmeta emailan ya googlê ku taybetiya şûnde vegerîna peyamên şandî, aniye.

ger mirov ji aliyê rastê û jor di nav mîhengan de (settings) de, vebijêrka "Undo Send" bike "enabled" û weke mînak "Send cancellation period" bike 30 wê demê êdî piştî şandina e-peyamekê, ger mirov di nav 30 saniyeyan de poşman bibe, dikare wê e-peyamê vegerîne û rast bike an jî komple betal bike.

dema mirov e-peyama xwe bişîne, li jora malperê di nav qutiyek zer de agahiyek weke "your message has been sent. undo, view message" dinivîse. ger mirov di vê qutiyê de li "undo" bitikîne, dikare peyamê vegerîne, an jî ger mirov "view message" bitikîne, dikare peyamê sererast bike.



28.06.2015 09:49 | simurg56

2. servîsa herî baş û serkeftî ya e-peyaman e. dema nû derketî,min dest bi bikaranîna wê kir û ji wê rojê ve ye ez servîsek din bi kar naynim. di hotmail, mynet û yahooyê de carina peyam nediçûn, nedihatin an jî dema hûn demek dirêj nekevvin sîstemê, hesabê we dihat jêbirin. loma dema gmail derket, standartên nû jî bi xwe re anî.

dema nû derketibû taaybetiya jêbirinê tunebû, yanî we nedikarî peyaman jê bibin. çimkî digot: ne hewce ye hûn peyaman jê bibin, ji ber ku ji we re gelek gb cih hatiye veqetandin. ji ber ku wê demê servîsên din de gelek caran cihê mirov namanya û loma mirov neçar dibû ku hinek peyaman jê bibe.

gmail can bû, niha jî can e. bimre mynet û hotmail...



26.04.2014 19:34 | simurg56