3. koma ku dikarim bibêjim ku bûme heyrana şêweya wan. di şêweya xwe de gelek serkeftî ne. hero (solîsta jin) xwedî dengekî gelekî xurt e. bilêvkirina wê ya soranî, kurmancî û îngîlîzî gelek xweş e. dema cara ewil min wê û dengê wê dîtî, min di dilê xwe de gotibû ku "aha adele ya kurdan!" û paşê min dît ku strana wê jî cover kirine jixwe: vîdyoyê veke strana dlm roona û dilxoşim meke! jî efsane ne. bi taybetî dlm roona, li gorî min bi xwe û klîba xwe di mûzîka kurdî de berhemek bêhempa ye. vê dawîyê jî strana avîn derxistin û bi min dan zanîn ku hero çi bistire, dikare bi min bide guhdarkirin. |
|
01.03.2021 20:36 ~20:38 |
simurg56
|
1. komeke mûzîka kurdî ye. vê gavê çawalêhato rastî straneke wan hatim û haya min ji wan çêbû. diltengî çî? / diltengi chi: vîdyoyê veke peşîmanî / peshimani; vîdyoyê veke stranên wan ne xerab in. bi taybetî diltengî çî?... |
|
21.04.2014 18:48 |
simurg56
|