Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [teoriya giştî ya îzafiyetê] de;

1. aîdê albert einstein e. di sala 1916an de derketiye holê. berê wê, di sala 1905an de jî teoriya îzafiyeta taybet dîsa ji aliyê einstein ve hatibû weşandin. teoriyeke têra xwe teknîk e. heta niha hemû texmînên vê teoriyê yên ku cerba wan hatiye kirin, hatine piştrastkirin û îspatkirin. yanî ji teorîbûnê ber bi zagonbûnê ve diçe. çala reş, cara ewil bi saya vê teoriyê hatin ravekirin û fêhmkirin. li gorî vê teoriyê; girse, dikare feza-zemanê bitewîne û dîsa li gorî teoriyê hêza ku em jê re dibêjin hêza erdkêşiyê, bi saya vê tewandinê derdikeve holê fîlan. fêhmkirina wê, ji bo kesên ku -weke min- fîzîk nexwendine gelek zehmet e. lê dîsa jî ez ê hewldana fêhmkirinê bikim.



20.04.2014 18:07 | simurg56