Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helwesta tirşikê ya ji bo daxwazên sansûrê] de;

3. helwesta ku, weke mînak dema tirşikvanek nivîskarekî bişibîne "tirek", dibe belayê serê me.



18.04.2014 18:03 | simurg56

1. ne diyar e û li benda pêşniyar û fikrên we ye.

ev çend car in ku hinek navdarên kurd (siyasetmedar, helbestvan, nivîskar, mûzîkjen û hwd.) xwe digihînin min an jî moderatorên din û ji me dixwazin ku nivîsên hinek tirşikvanan werin jêbirin ji ber ku îdîa dikin ku heqaretê li wan kirine.



heta niha, me bêyî agahiya nivîskaran nivîsên wan yên ku rasterast dijûn nahewînin, jê nebirine.



ger peyama tirşikvanek, rasterast dijûn û nifiran bihewîne, em dikarin bêyî ku agahî bidinê, peyama wî jê bibin. lê ger ne wisa be, tê de tenê rexneyên giran û tinazên wan hebin, em jêbirina van peyaman rast nabînin.



îro dîsa daxwazek wisa giha ber destê me. gelo tirşikvanên me derbarê vê mijarê de çi difikirin?



18.04.2014 17:49 | simurg56