Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [düş sokağı sakinleri] de;

5. koma ku berî 15 salan min zêde zêde lê guhdar dikir. lê êdî nikarim. hê jî hejê dikim û rîtîm û gotinên stranan wek îro di bîra min de ne, lê belê dema li stranên wan yên kevin guhdar dikim, diçim salên berê û dikevim nav hestên gelek tevlîhev.
heçko di makîneya zemên de bim, ji wan roj û hestan hez bikim jî heçko êdî nikarim hilgirim. tiştek ecêb e. wek çîrûskan in stranên wan ku ji nişka ve şewatek ji hest û fikaran peyda dikin di hundirê min de.



15.05.2020 23:09 | simurg56

1. komeke mûzîkê ya bi tirkî ye. gelek stranên wan yên xeşik hene. mûzîka wan de melankoliyek gelek kûr heye ku divê mirov hay jê hebe û xwe zêde tevlî neke. ger na, belkî hûn êdî nekarin jê derkevin.

ya meqbûl ew e ku mirov li çend stranên wan li playlista xwe zêde bike û hew. merûziyata wan ya demdirêj yek ji sedemên îspatkirî yên depresyonê ye.



stranên wan yên herî navdar ayrılık (veqetîn) û sevdan bir ateş in:











çend stranên din yên xweşik; hüzün kovan kuşu, veremem sana acımı, al beni yar, sen yine seni sev, olmuyor, ölümler çıplak gelir, kan revan îçîndeyîm, düş sokağı, hoşçakal, beni al uykumdan, Seni tanımayan yok bu şehirde ü hwd.



15.03.2014 12:50 | simurg56