Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [eniac] de;

1. navê yekemîn komputerê ser dinyayê ye. kurteya electronic numerical integrator and computer e. yanî; entegreker û hesapkerê elektronîk û numerîkal.

ev komputer, ji bo şerê duyemîn ya cihanê, li amerîkayê hat çêkirin. armanca wê baştirkirina îsabetkirina topan bû. sala 1941an de dest bi çêkirina wê kirin û sala 1945an de qediya. lê heta qediya, jixwe şer jî xelas bûbû. loma ji bo armancên din yên zanistî hat bikaranîn.



ev komputer li ser qadeke 167 m² hatibû avakirin û giraniya wê 30 ton bû. ji aliyê zanîngeha pensilvanyayê hat çêkirin. navê kod ya vê projeyê "Project PX" bû, ji ber ku projeyek xef bû û perê wê ji leşkeriya amerîkayê dihat.

1945an de dest bi bikaranînê hat kirin lê encax sala 1947an de bi rêk û pêk xebitî. ENIAC vê gavê li amerîkayê li muzeya netewî tê parastin. vê komputerê 8 salan xizmetê da. piştî ku komputerên bi navê edvac û ordvac derketin êdî mesrefa ENIACê li ber wan zêde bû. loma 02.10.1955an de saet 11:45an de elektrîka wê hat qutkirin.



mesrefa çêkiriya wê $500,000 bû (bi pereyê niha nêzikî $6,000,000) bû. fikr û dîzayna wê ji aîdê John Mauchly û J. Presper Eckert bû.



http://en.wikipedia.org/wiki/ENIAC



15.03.2014 11:48 | simurg56