Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gunehbûna alkolê] de;

8. hê jî pirsek bêwate ye.

lê hê jî behsa narkotîk û sîgareyê tê kirin. weke min li jor jî gotiye; narkotîk û sîgare jî guneh in. em nikarin fetwayek wisa bidin lê li gorî mantiqa îslamê ew jî guneh in.



tu daneyek zanistî tune ku îspata feydeyên alkolê bike, lê ji bo zerarên wê bêhêjmar hene.



ger ev dinya azmûnek be û em mirov -weke tekane candarên xwedî îrade û vîn - ji kirinên xwe berpirsiyar bin, bêguman tiştên ku vê îradeya me dişkînin an jî sist dikin wê guneh bin. zarok û dîn ji kirinên xwe ne berbirsiyar in, ji ber ku îradeyeke wan tune. Nexwe divê mirovê serxwe$ jî neberpirsyar bin gelo? Tam ji î ji ber vê yekê alkol divê guneh be.



Behsa mirovên modern tê kirin lê gelek ji van mirovên modern ji bo dev jê berdana alkolê terapiyan dibînin.



Eslê xwe de herkes dizane ku alkol ti$teke ne ba$ e, lê ji ber ku kêfxwe$iyê dide mirov, mirov nikarin dev jê berdin an jî weke hinek mînakên li jor, nikarin jê birevin û hewl didin ku vê rastiyê xef bikin, makyaj bikin.

Ji xeynî jina xwe, bi jineke din re têkiliya zayendî jî guneh e. Hemû dinya jî mîna navê xwe dizane ku ne ti$tekî ba$ e jî, lê dîsa jî yên herî oldar jî carinan nikarin xwe jê vedin û loma ew jî hewl didin ku vî karî helal bikin. (bnr: zewaca mut'a)



14.03.2014 22:21 | simurg56

3. Pirsek bêwate ye.

Mirov çima alkol distînin? bêguman ji ku aqlê xwe hinek sivik bikin, dilê xwe xweş bikin û ji hişê xwe dûr bikevin. kes nikare bibêje ku ji ber tama wê tê vexwarin.

Ê li gorî baweriyên olî, tekane ferqa mirovan ya ji heywanan ew e ku mirov ji hebûna xwe haydar e, xwediyê fikr û aqil e û hwd.

Ev hemû taybetiyên ku ne li jor behsê kir, dema alkol tê vexwarin, ji holê radibin. ez tu kesî bi heywanbûnê tawanbar nakim lê ev yek jî tespîtek rast e.

Alkol ji ber vê yekê guneh e.

Ji aliyê din ve,

- dibe sedema nexweşiyan (hindik alkol, hindik nexweşî; pir alkol, pir nexweşî ye. Hindik jî were vexwarin zerara wê heye.

- dibe sedema qezayên trafîkê.



Ji aliyê din ve, mirov nikare bêje sîgare û tiryakên weke eroînê ne guneh in. Li gorî îslamê her tiştê ku zerarê dide tenduristiya mirov heram in. Ya rasttir; kirinên ku zerarê dide bedena mirov heram in. Divê mirov hay ji bedena xwe hebe ku ev beden jê re emanet e.



Li gorî îslamê sedem û mantiqa qedexekirina alkolê ev in.



14.03.2014 13:38 | simurg56