Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin] de;

23. divê guh nedin gotinên xelkê yên weke "dema çû dibistanê wê çi bike?" û hwd. keça min heta çû dibistanê me nizaniya hînî tirkî bûye. piştî dest bi mektebê kir, di nava heftîyekê de bû bilbil. mamosteya wê digot, di nav xwendekarên min de ya ku herî baş xwe îfade dike, keça we ye.

piştî 4-5 salî, mirov dikare hinekî bihêle ku li xêzefîlmên bi tirkî temaşe bike, jixwe hemû bingeha xwe ya tirkî ji wê derê hîn dibe. dema derdikeve derve jî hîn dibe. loma hûn nexwazin jî, hêdî hêdî hînî tirkî jî dibe.

dema keça min bi tirkî nedizanî, em diçûn mala hevalan fîlan an jî dema heva dihatin mala me, nedikarîya bi zarokên wan re biaxive. lê dîsa jî bi wan re dilîst. wan zarokan ji dê û bavên xwe dipirsîyan bê ka ew çima bi kurdî nizanin. heta hinek zarokên mirovên me, ji dê û bavên xwe xwestibûn ku wan jî hînî kurdî bikin.
hevalên wê yên tirk, qet bi çavekî neyînî lê nanêrin. heta vê rewşa wê ya du-zimanî diecibînin, belkî hesûdî jî dikin.

di vê meseleyê de ya herî zehmet ew e ku dema zarok çû dibistanê, hêdî hêdî zimanê wan ya sereke dibe tirkî. loma di vê pêvajoyê de jê re kedek nû divê: xwendina çîrokên bi kurdî û piştî pola yekemîn hînî xwendin û nivsandina bi kurdî kirin.
ez hêvî û texmîn dikim, piştî vê merhaleyê êdî wê mesele xwe bixwe îdare bike.
de hadê xwedê li pişta we be.



24.11.2019 22:24 | simurg56

21. Di heyama dibistana seretayî de problemên mezin dijîn. Ji ber ku êdî zimanê sereke ya zarokan dibe Tirkî. Mirov neçar e ku di dema çêkirina spartekan de jî bi Tirkî pê re biaxive. Wilo wilo, zimanê mirov û zarokan dibe Tirkî.
Berî çend rojan min ji keça xwe ya di vî rewşî de ye pirsî;
- keça min tu çima êdî bi min re bi Tirkî diaxivî.
+ Dixwazim bi Tirkî biaxivim.
- çima?
+ Ê ez her tiştî bi kurdî nizanim mesela masa mesela bilgisayar.

Di vê rewşê de çareseriya min xwendina çîrokan e. Em ê bibînin ka wê çiqasî kêr were.



29.10.2019 20:41 | simurg56

13. ew kes in ku divê guh nedin gotinên xelkê yên neyînî.

ez li dîlokê me. tenê yek cîranê min jî tune ku em herin li mala wan bi kurdî biaxivin. tenê 2-3 hevalên min yên welatparêz hene. ew û malbata wan jî bi kurdî nizanin.



lê dîsa jî em li malê bi kurdî xeber didin û zarok tvyê li keça xwe didin temaşekirin. ez wisa her roj ders mers jî nadim keça xwe. tenê bi kurdî xeber didim û carina dema tiştek tirkî bêje ez dibêjim keça min binêre tirkiya vê ev e, kurdiya vê ev e û hew!

tenê bi van hewldanên me, maşelleh keça me bi kurdî diaxive, ji axaftina me %100 fêhm dike. diçe bi zarokên cîranan re dilîze, têra xwe tirkî jî dizane û li cem wan xerîb jî namîne.



welhasil, rewşa sosyal ya yekî ji we jî ez ne bawer im bi qasê ya min xerab be, dê-bav û kal-dapîrên min û jina min jî li bajarên dûr in, lê dîsa jî ev yek pêkan e hevalno. qet hêviya xwe neşikînin. ger hûn û hevsara we bi kurdî bizane, tu astengî nikare we bisekinîne.



di vê navberê de, ez bînim bîra we ku beşa zarokan ya tirşikê ji heye. zarokên we dikarin nêzikî 80 peyvan, ji wir hîn bibin.



27.04.2016 20:20 | simurg56

7. şikirdarên pepûle tvyê ne. problema herî mezin tunebûna tvyek kurdî ya ji bo zarokan bû û niha hatiye çareserkirin. helbet dîsa jî zehmet e lê qet nebe hêsantir e. bi taybetî ger li taxa we kurd gelek hindik bin û zimanê zarokên kuçeyê tirkî be, zehmettir e jî. îşelleh heta keça min mezin bibe em ê li kurdistanê bin.



24.08.2014 22:39 | simurg56