Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bidlîs] de;

3. bajarê ku kengî navê wê dbihîsim bîranîneke min ya zaroktiyê tê bîra min;



wexta hilbijartinekê bû, nizanim kîjan sal bû lê berî sala 2000 bû. ez ne xelet bim hilbijatinek heremî bû. di wê hilbijartinê de me ji televîzyonê dît ku me li bidlîsê ji partiyên tirkan hemûyan kêmtir standiye. bavê min gelek aciz bûbû.

roja piştî wê di erebê de strana "batman e batman e" lê dida. di stranê de rêzikeke wisa heye "ji wê ve çûma bidlîsê, çi milletek temîz e..."

dema bavê min vê seh kir got "na welleh ne welê ye. çi milletek bênamûs e!"



ez qet neçûme bidlîsê û bidlîsiyan nas nakim û di hilbijartina dawîn de hdpê %49,44 deng stand. lê mixabin dema navê vî bajarî dibihîsim ev tê bîra min, bila li qusurê nenêrin.



28.08.2016 10:42 | simurg56