Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [game of thrones] de;

59. piştî salek û nîv şikir vegerîyaye lê mixabin tenê ji bo 6 beşan.
di beşa ewil de tu taybetî tunebû, tiştek sûrprîz tune bû. ji bo hemû karakteran çend sahne hebûn û bi vî awayî anîn bîra me bê ka kî li ku derê bû û çi dikir.
weke din hevdîtinên ku dihat hêvîkirin, pêk hatin.
bi awayekî, em dikarin bêjin ku enîyên şer û nakokîyên potansîyel hatîn dîyarkirin.
ma 5 beş.



20.04.2019 20:05 | simurg56

54. rêzefîlma ku piştî 6 salan dîsa lê vegeriyam û di nava du heftiyan de min 67 beşên wê yên ku heta niha hatine weşandin, ji serî ve temaşe kirin. ez li bendê bûm ku tam xelas bibe û wisa tema bikim lê min sebir nekir. lê poşman bûm, niha xelas bû û ji bo sezona dawîn, divê belkî heta sala 2019an li bendê bimînim. heta wê demê jixwe ez ê ji bîr bikim, tiştan. lê belê niha hemû kitekitan jî yek bi yek dizanim *



12.09.2017 23:31 | simurg56

23. rêzefîlma ku li gorî imdbyê wê beşa yekemîn ya sezona 5emîn, di nîsana sala 2015an de were weşandin;

http://www.imdb.com/title/tt0944947/episodes?season=5&ref_=tt_eps_sn_5



22.09.2014 21:03 | simurg56

4. rêzefîlma ku berî çend salan min sezona wê ya yekemîn temaşe kiribû paşê ji ber sedemên ne têkildarî fîlmê, min dev jê berda.

îro min ji nû ve destpê kir. ji bo beşa yekemîn ya sezona yekemîn tu tişt bala min kişandin.

--- spoiler ---

sahneya ku lord ned celladiya leşkerekê dike û ji kurê xwe dipirse "gelo çima wî bixwe înfazê pêk aniye" ew bixwe bersiv dide pirsa xwe "ji ber ku ê ku biryara kuştinê daye, divê pêk jî bîne"

fikreke baş e. eyn wisa, yên ku biryara şer didin jî biçûna şer belkî şer evqas hêsanî derneketina.



ya din jî, dema keçika Targaryen bixwaze spas li khal drogo bike û loam wateya peyva spas ya zimanê Dothrakiyan de dipirse û bersivek wisa distîne "zimanê dothrakîyan de ji bo spasdariyê peyvek tune"

hevokeke vî gelî evqas kurt û baş rave bike tune ye.



--- spoiler ---



08.02.2014 14:44 | simurg56