Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [atarî] de;

1. makîneyên lîstokê.

yên gelekî kêrnehatî carina ketine destê min û pê lîstine. dema em zarok bûn ji bo ku yeke kevin û erzan peyda bikim bazar bazar digeriyam û min parçeyên wê temam dikir.

piştî şixulandina wê vê carê derdê kasetên lîstokan destpê dikir. dema ew jî peyda bû, derdê herî mezin drdiket pêşberî me: peydakirina televîzyonek û destûr standina ji diya xwe.

mixabin wê demê diya me û bavê me bi derewa atarî televîzyonê xera dike hatibûn xepandin û loma bi yek kutek û heft bela me destûr ji bo demeke diyarkirî, ji diya xwe distand û dilîst. ew jî bi egera pênehesîna bavê xwe.

(bnr: salona atariyê)



04.01.2014 15:09 | simurg56