Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [leyla ile mecnun] de;

13. rêzefîlma ku trt bela xwe jê venake.

weke tê zanîn piştî bûyerên gezi'yê, ji ber sedema piştgiriya tîma rêzefîlmê ya ji bo çalakiyên geziyê, trt'ê leyla ile mecnunê ji weşanê rakiribû. heta nehiştibû ku fînala xwe jî biweşîne.

neyse, piştî vê yekê ekîba leyla ile mecnunê çûn li qenala starê rêzefîlma ben de ozledim çêkirin. heftiya borî ev rêzefîlm jî qediya. lê tam şev û saeta ku ben de ozledim'ê fînala xwe diweşand de, trtê beşeke leyla ile mecunê ya ku berê nehatiye kişandin, weşand.

bi vî awayî xwest ku pêşî li reytînga ben de ozledimê ye ku jixwe hindik e, hê kêmtirr bike. mirov evqas gêj jî nabe.

him jî vê beşê bi navê "beşa 104" weşandin. lê ev beş ne beşa 104ê bû, beşek taybet e ku ji bo remazanê hatiye kişandin lê nehatiye weşandin.

neyse..



berî niha jî careke li ser hesabê twitterê ya trtê tweetek hatibû avêtin ku henekê xwe bi ben de ozledimê û temen-kurt'iya wê dikir.

ez bawer im êdî zarokek 15-16 salî trtê bi rê ve dibe.



01.02.2014 10:46 | simurg56

12. weke fermî hat qedandin û diyar bû ku wê berdewam neke.

(bnr: fînala leyla ile mecnun)



26.10.2013 15:40 | simurg56

9. tê gotin ku ekîba leyla ile mecnunê bi qenala star tvyê re li hev kirine. wê bi projeyeke nû li ser vê qenalê derkevin pêşberî temaşevanan. navê rêzefîlmê aniha weke "Ben de Özledim" hatiye diyarkirin.

wê vê rêzefîlma nû de ali atay (Mecnun), Serkan Keskin (ismail abi) Burak Aksak (senarist), onur ünlü (çêker) hebin. ji ekîba berê wê kesek din tune be. xuya ye ev rêzefîlm wê bi temamî rêzefîlmek nû be.

îşelleh bi qasê leyla ile mecnunê baş be.

çavkani: http://magazin.milliyet.com.tr/-leyla-ile-mecnun-bitti-yenisi/magazin/detay/1758731/default.htm



04.09.2013 09:52 | simurg56

7. mixabin xuya ye ku çûye û wê venegere. nav rêzefîlmên tirkan de ya resen ev hebû, ew jî çû.

jixwe 3 lîstikvanên sereke (mecnûn, îsmaîl abî û yavîz) komeke mûzîkê ava kirin (bnr: leyla the band)

belkî ji bo wan jî zêde xem be.



31.08.2013 17:24 | simurg56

5. aha ji ber vê hat rakirin:



21.08.2013 19:56 | simurg56

3. duh bi biryareke trt'ê ji weşanÊ hat rakirin.

herkes jî dizane, ji ber ku tevlî protestoyên gezi parkı bûbûn, biryareke wisa hat girtin. heyf e. yanî him heyf e ku ev rêzefîlm ji weşanê hatiye rakirin. him jî ji weşanê rakirina rêzefîlmê, heyf hilanîna akp ye.



21.08.2013 10:36 | simurg56

1. di nav rêzefîlmên di weşanê de (li tirkiyê) ya herî baş e. herî ji dil e, ji me ye, xwezayî ye, bê hesab e.



beşa 34. ya vê rêzefîlmê de erdal bakkal xeyalek dibîne ku weke komeke mûzîkê tevlî eurovisionê dibe û tirkiyeyê temsîl dikin.

di strana wan ya xeyalî de her zimanî de çend gotinan dibêjin, bi kurdî jî dibêjin rojbaş. gelek kêm kesan ferq kiriye lê wisa ye.



fermo ew stran:



24.06.2013 21:21 | simurg56