Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sîdar] de;

1. stranbêjeke nû ya rock mûzîka kurdî ye. albûma xwe ya yekemîn bi navê bêje, derxistiye.

albûm ji 9 stranan pêk hatiye û gotinên 8 stranan aîdê wî bixwe ye. tenê strana bi navê evîna te, aîdê helbestvan ahmet arif e. (helbesta terk etmedi sevdan beni)

albûm bi hevkariya pel records û sony muzikê derketiye. albûmê de her wiha kedên emre yaçıntaş, volkan doğan kayıkçı, neco engin û ömer okay hene.



strana bêje, dikare ji vir were guhdarkirin;







stran û dengê sîdar ne xerab e. lê mirov bi dilekî rihet nikare bêje ku rock mûzîka kurdî de pêngaveke nû ye û gotinên vê stranê hinekî sivik e. min li stranên din guhdar nekiriye, loma nikarim nirxandinek berfireh bikim. jixwe înternetê de jî zêdetir agahî derbarê de tune.



01.01.2014 21:14 | simurg56