Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bijîşkî] de;

9. karek wisa ye ku heta mirinê mirov nikare jê xelas bike.

hûn li ku derê bin û çi bikin jî, wê nexweş werin û dereke xwe nîşanî we bikin û bikutin civata we.



îro ji ber bûyerekê, weke şahîd çûm mehkemeyê. dozger ji min pirs kir û min bersiva xwe weke "...weke bijîşkê servîsê min jî..." da. li ser vê yekê beşa min pirsî û behsa şikayetên xwe kir. telefona min xwest û xwest em piştî mehkemê biaxivin.



25.09.2014 19:33 | simurg56

1. mesleka ku gelek caran mirov nelet lê dike û hezar caran ji xwendina wê poşman dibe.

dema hûn ketin civatekê, pêşîn hûn ê rastî bi sedan gilî û gazincên tenduristiyê û pirsên derbarê nexweşî û beşên ku li van nexweşiyan dinêrin, bên. û hûn ê wê deqê teşhîsê diyar bikin, dest bi tedawiyê bikin an jî qet nebe hûn ê rasndevûyek bidinê an jî randevuyek eyar bikin û hwd.

civat li we diherime yanî.



01.01.2014 20:00 | simurg56