Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the big bang theory] de;

11. jim parsons/96272



23.12.2016 23:06 | simurg56

1. rêzefîlmeke komîk e. fîlmê de du karakterên sereke leonard hofstadter û sheldon cooper fîzîkzanên gelekî jêhatî ne û gelekî zîrek in. lê mixabin jiyana sosyal de ev rewş berevajî ye. piştî ku keçikek xweşik ku tekane xeyala wê bûna lîstkvanek navdar e, tê û dibe cîranê wan(penny); ev kêmasiya wan êdî bêtir xwe dide der. helbet weke piraniya fîlmên amerîkî, vê rêzefîlmê de jî cihûyek heye: howard wolowitz ji xeynî wan karakterê hindû rajesh koothrappali jî bi devoka xwe ya îngîlîzî, gelekî sempatîk û komîk e.



weke rêzfîlmên din yên komîk yên îngîlîstan-amerîkayê, beşên the big bang theoryê jî bi qas 20-25 deqe ne. loma mirov jê têr nabe.



min bi qasê 3-4 sezon li vê rêzefîlmê temaşe kiriye, nizanim niha qediyaye an na. lê dema min temaşe dikir, gelekî xweş bû. wê demê em xwendekarê zankoyê bûn û serdemên azmûnan de, dema me navber dida şixula dersê, me beşek ji vê an jî ji how i met your mother temaşe dikir û tiştên ku me ji dersê fêm kiribû jî, ji serê xwe yekcar diavêt.



29.12.2013 15:53 | simurg56