Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [egerin.com] de;

21. malpera ku êdî lêgerîna wê di tirşikê de jî pêkan e. di sîstema nû ya tirşikê de di binê navê mijaran de di nav fonksiyona "li derek din bigere" de êdî vebijêrka "egerin.comê de" jî heye. dema mirov li vê vebijêrkê bitikîne, navê mijarê di malpera egerin.comê de otomatîk tê gerandin.

bila ev jî piştgiriya me be ji bo egerinê *



03.11.2014 20:35 | simurg56

19. motora lêgerînê ku hema bêje mirov bi kurdî çi binivîse û lê bigere, tirşik weke encama yekemîn derdikeve. welleh min pir jê hez kir *



27.10.2014 20:59 | simurg56

15. malpera ku li gorî tezmîna min, ew mînakên ku di encamên lêgerîna ferhenga îngîlîzî-kurdî de didin, wergera zimanê sîstema malperê bixwe ye. yanî pela wergera sîstema xwe, ji bo lêgerînê jî vekirine.

weke mînak ger hûn "Size is too big. Set maximum size value" binivîsin û bigerin encama "Pir mezine. mezinahiya herî zêde bikar bîne" derdikeve.



weke din, malper geleke baştir bûye. bi vê awayê, dikare bi ser bikeve.



14.09.2014 03:50 | simurg56

8. malpera ku ji xwe re armancek beredayî, bijartiye.

îhtîmalek mezin -weke li jor jî hatiya gotin- li ser bingeha yahooyê hatiya avakirin û eslê xwe de malper tenê ji bo yahooyê navrûyek kurdî ye. ji ber vê yekê jî dema mirov lêgerînê bike zêdetir encamên îngîlîzî derdikevin.

dîsa jî destên yê çêkirî sax bin lê ji bo wan pêşniyareke min heye.

şûna ku xwe bikin raqîbê google, yahoo, yandex û bingê; bila motoreke lêgerînê çêkin ku tenê malperên kurdî sken dike. jixwe hejmara malperên kurdî ne zêde ne. ger wisa bikin, dema em li materyalên kurdî bigerin, şûna googleê em ê bêguman malpera wan bi kar bînin. her wiha dikarin bixwazin ku bikarhêner jî ji wan re lînkên malperên kurdî bişînin û bi saya vê yekê wê bikarin xwe bigihînin hemû malperên kurdî.

vêga dema mirov li ser googleê lêgerîna kurdî dike, mixabin google tîpên kurdî diguherîne û lêgerînê wisa dike û ji ber vê yekê jî şûna encamên kurdî, encamên bi zimanên din derdikeve pêşberî mirov.

ger ev malper an jî malpereke din vê fikra min bi cî bîne, ez ji dil bawer dikim ku wê him xizmeteke baş bidin gel û zimanê kurdî wê him jî zerarê nekin.

belkî bala tirşikvanê me oxir bikşîne, ha?



29.12.2013 16:24 | simurg56