Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rêzan] de;

2. rapperek kurd e.

bi strana xwe ya em kurd in tê zanîn ku vê stranê navê xwe daye albûmê jîş. strana wî ya havîn hat jî xweş e.

navê wî yê rastîn rezan cemal e. sala 1985an de li enqereyê hatiye dinyayê. eslê xwe ji mêrdînê ye. 1997an de malabata wî bar kiriye swêdê. aniha jî li bajarê Borläng ya swêdê dijî. berî ku dest bi mûzîka kurdî bike bi tirkî û swêdî rap çêkiriye û wê demê navê raze jam bi kar aniye.

albûma xwe ya yekemîn "em kurdin"ê sala 2011an de ji mîr mûzîkê derxist. tê de 13 stran hebûn:



1. Danasîn

2. Ey Heval

3. De Werin

4. Em Kurdin

5. Baran

6. Semmame

7. Havîn Hat

8. Daye Megrî

9. HîphopaKurdî

10. Sîstem

11. Lorîna min

12. Serhîldan Jîyane

13. Dawî



rêzan zimanê xwe yê dayikî, kurdî şûnde hîn bûye. loma stranên wî de carina telefûza hinek peyvan piçekî cûda dike, lê dîsa jî baş e.



ji rojên wî yê berê straneke tirkî: Seni Seviyorum







ez bawer im di şerê navbera ceza û sagopa de, cem sagopa sekiniye. lê têkiliya wan hebe tune be nizanim. ne xem e jî.



01.02.2014 12:41 | simurg56