Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şûrê demokles] de;

1. efsaneyeke/mîteke aîdê sedsala bz. 4emîn e. wê demê camêrê bi navê democles (demokles) îdîa dike û dibêje ku bûna serdest û hikumdarî tiştekî gelekî xweş û rihetiyeke mezin e. li ser vê yekê rojekê qralê bi navê dionysius wî vedixwîne û dibêje "ger te bivê em cihên xwe li hev biguherînî ku tu bibînî ka hikumdarî tiştekî xweş e an na." tabî demokles zûzûka qebûl dike û cihên hev diguherînin demokles derbasî cihê qral dibe, dibîne ku li jora avahiyê, şûreke mezin hatiye danîn ku tenê bi mûyeke ji dûvê hespekê, hatiye hilawestin. û tika dike ku dîsa cihên hev i hev biguherînin, ji ber ku dibîne ku hêza mezin bi xwe re rîskên mezin jî tîne.



îro ev gotin di siyasetê de ji bo wateya "nêzbûna talûkeyê ya ji bo kesekî desthilatdar/serdest/bihêz" û "talûkeyên dijî hêzeke mezin" tê bikaranîn.



lê gelek kes mixabin vê meseleyê nizanin û bi xeletî weke "şûra demokrasiyê" bi kar tînin.



27.12.2013 19:59 | simurg56