Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çar] de;

6. navê albûma lorîn hêja & ciwan tengezar e. (bnr: ciwan tengezar)

albûm ji bo zarokan hatiye çêkirin. gotinên hemû stranan ji aliyê ciwan ve hatine nivîsandin.
di albûmê de 8 stran hene: ala, çar, fir fir, ger, maçek, mîr, rî na û dîsa.
2 stran ji aliyê ciwan ve, 6 jî ji alîyê lorîn ve tên gotin.
ciwan tengezar mizgînîya albûmên 2emîn û 3yemîn jî dide. di albûma duyemîn de wê stranên gelerî jî hebin. û ya sêyemîn jî tenê wê ji bo zarokên kêmî 5 salî bin.

belkî yekemîn xebata bi vî rengî ye ji bo zarokan û bi kurdî. Here lînkê
min vê albûmê bi tesadufî dît. nizam çima gelek hindik lê hatiye guhdarkirin. ez bawer im haya zêde kesan jê tune.
em reklama wê ji vir bikin, belkî were bihîstin.



28.11.2019 19:29 | simurg56