Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji topa futbolê ya teqîyayî topek nû çêkirin] de;

2. her wiha xebata ku nîşan dide ka çima bûme cerrah, e *



30.11.2013 17:11 | simurg56

1. kareke hostayî ya zarokatiya me bû.



zarokatiya me de me encax dikariya topên erzan yên bêxêr bikirin. ew topên weke balonan zûzûka diteqiyan. carina kelaşê topeke teqiyayî ya futbolê ya biqalîte diket destê me û poşman dibû.

wê demê me wê topê tamîr dikir. wisa:

te dît, topên futbolê ji şeş-goşeyan pêk tê ku ev şeş-goşe reş û spî ne. me şeşgoşeya ku subapa topê jî li ser e, jêdikir, derdixist û diavêt. paşê me hewayê yek ji topên xwe yên erzan û bêqalîte jê vala dikir û dixist nav vê topa biqalîte ya teqiyayî de. me topa xwe ya saxlem di nava topa xwe ya teqîyayî de pif dikir bi vî awayî topa teqîyayî jî pif dibû û dîsa dibû girover. paşê me parçeya ku me jê derxistibû dianî û subapa wê ya ku aliyê hundirîn de ye, jê dikir û diavêt: ji bo ku ji ber hebûna vê subapa bêkêr, şikla topê xera nabe. dûre me vê parçeyê jî dîsa datinî li cihê wê û bi derzî û tayek didûrî û ser de bi zeliqokekê pêve datinî.



bi vî awayî em dibûn xwediyê topeke biqalîte ku zû zû nateqe.

him çêkirina wê him jî pê lîstina wê gelekî xweş bû.



30.11.2013 17:09 | simurg56