Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [google translate] de;

18. tekane sîstema ku wergera noral ji bo kurdî dike. yanî pergala google translateê, her roj hewl dide ku bêtir hînî kurdî bibe ku bikare wergera hevokan, bi awayek baştir bike. ji bo alîkariyê, divê mirov ji îngîlîzî hevokan wergerîne bo kurdî. bi saya van hevokên me, makîneya googlê hêdî hêdî mantiqa zimên fêhm dike û xwe bi pêş dixe.
googleê ji min re mailek şandiye van rojan, him ji bo alîkariyê spas kiriye û him jî daxwaza alîkariya bêtir kiriye.
neyse ez ketim rûpela wergerê û min dîsa hinek hevok wergerandin. lê tiştek bala min kişand. yek ji hevokan The secret life of walter mitty bû. ev navê fîlmekî ye. ne fîlmek popûler e lê min berî salekî fîlan lê temaşe kiribû. dîsa hevokek din jî ev bû; "talk nerdy to me"
erê navê stranek popûler e lê her wiha slogana qenaleke youtubê ye ku min tam jî îro dev ji şopandinê berda.
google jixwe her tiştî dişopîne, lê ez bawer im hevokên ku ji bo wergerê derdixe pêşberî me jî, ji rûpelên ku em ketine wan berhev dike. tiştek gelen bimantiq e tabî.



20.09.2017 22:46 ~22:47 | simurg56

16. tiştek ecêb e. hevokên ku ji bo wergerê derdixîne pêşberî mirov gelek seyr in. hinek ji axaftina rojane ne, hinek di deerbarê teknolojiyê de û hinek jî tenê hevokên nîvço ne.

lê gava din tiştek bala min kişand. hevoka ku derxist pêşberî min ev bû "install zip from sdcard"

ev hevok rasterast di menûya rizgarkirinê ya telefonên androîd de heye. (recovery mode)

keyfa min jê re hat. nexwe mîna texmîna xidiran, wê ev proje bi rastî jî bibe pêşenga wergera androîdê.



09.03.2016 21:55 | simurg56

15. bı rastî jî ji bo pêşeroja kurdîbûna googlê û abdroîdê derfetek girîng e.

ez jî niha têketim rûpela wergerê û min ji sedan zêdetir wergeran kir. qenc e em kampanyayek ji bo vê xebatê bikin.



09.03.2016 21:44 | simurg56

11. gavek baş e ji bo kurdî.

lê mixabin vê gavê gelek lawaz e. min 4-5 hevok ceribandin di hemûyan de jî nekarî wateya hevokê bide hîskirin. lê ez bawer im her ku here wê baştir bibe. hêvî wisa ye.



20.02.2016 10:49 | simurg56