Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [moderasyona tirşikê] de;

45. moderasyona ku hinek ji wan jixwe êdî têketinê jî nakin. ez bixwe hingî rastî xeletîyan werim, wan rast dikim lê carinan çend rojan nikarim têketinê bikim û loma xeletî nakevin ber çavên min.

şok şok şok, vaye ew moderasyona tiral!! Here lînkê



24.12.2019 21:59 | simurg56

34. nikarin peyamên xelkê biguherînin.

bi rojanekirina 2.6.5ê, ev hêza wan hatibû rakirin. vaye ravekirina meseleyê ya wê demê: sîstema nû ya tirşikê/68223



dema di tirşikê de di navbera du nivîskaran de şer derkeve û yek ji van kesan moderator be, heye ku îdîayên weke "fîlan moderatorî peyama min guheriye" derkevin holê û wê demê mirov nikare bizane ka kî berx e kî beran e.

loma ger di peyamekê de problemek mezin hebe, moderator dikarin wê peyamê jê bibin. wê demê peyam ji weşanê tê rakirin lê di arşîva tirşikê de dimîne. ger xwediyê peyamê îtîrazê bike, mirov dikare lê binêre û peyamê vegerîne weşanê.



ger di peyaman de xeletiyên gramerî hebin, wê demê mirov dikare vê xeletiyê ragihîne nivîskar da ku peyama xwe rast bike. bi vî awayî çêtir e ji ber ku dihêle nivîskar şaşiyên xwe bibîne.



15.09.2015 14:56 | simurg56

30. hinek jê li pey hêleyan in lê çû çû nema tê. bnr: moderasyona tirşikê/70445



18.06.2015 22:17 | simurg56

27. xwediyê yek ji karên herî zehmet yê dinyayê ne. mirov nikare rojek jî were û tenê tirşikê bixwîne û binivîse. herdem gengeşiyek xef an jî veşartî heye ku divê mirov biryarek bistîne di derbarê de.



13.05.2015 21:49 | simurg56

17. xwediyê erkên admîn bixwe ne, yanî ferq tune. kêmasiya tirşikê ye.

ji moderatorên ku dixwazin re dikarim şîfreya xwe bişînim *



07.04.2015 20:12 | simurg56

14. weke berê xwediyê erkên hindik in. ji ber ku ji bo rêvebirina tirşikê ji bo moderatoran heta niha min kariye tenê beşên krîtîk çêkim. min pêşîn got bila navrûya nivîskaran biqede. menûyên ku li jor hatine qalkirin, jixwe naxebitiyan, tenê navên wan hebûn. nexwe bila karê me yê yekemîn êdî ji bo moderatoran çêkirina menûyên berfireh be.



07.04.2015 19:49 | simurg56