Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [salihê kevirbirî] de;

9. nivîsvanê ku rudawê de jî dinivîse. tam jî van rojan li ser êzidiyan nivîsek lê kiriye;

http://rudaw.net/kurmanci/authors/s

"Êzdî çûn, per û baskên me şikestin!

Cih û warê em lê bûn, ji bo me cih û warê herî xweş ê dinyayê bû. Dema em zarok bûn tevahiya gundên wan şên bûn. Rast e, ‘xêrnexwaz’ û ‘şîrheram’ li nav me hebûn, lê ‘dilşewat’ û ‘xêrxwaziya’ me ji bo wan hebû. Em ji wan razî bûn, ew ji me dilxweş bûn. Em ji bo wan, ew ji bo me ‘kirîv’ bûn.



Paşê em hinekî mezin bûn. Hevalên me kêm bûn. ‘Berekat’, ‘Miraz’, ‘Xwedêda’, ‘Şikrî’ û ‘Xelef’ terka gund û bajaran kirin. Em bê heval û hogir man. Bavê min digot: “Li çend gundan çend mal mane, ew jî kesên pîr û navsere ne.”



Yek ji wan navsereyan hebû, carcaran em rastî wî dihatin. Ew jî ji wan gundan bû. Li Misircê, li dorhêla ‘Qesra Hikûmetê’ em diçûn pêşiya wî. Ser û çavên wî sor, simbêlê wî badayî bû. Me pirsa hevalên xwe yên ‘gogê’ û ‘birê’ jê dikirin. Pêşî çend şekir ji berîka êlekê xwe derdixist, dirêjî me dikir, paşê jî digot: “Ewê havînê bên, hûnê dîsa bi hev re bileyîzin!” Lê çend havîn û zivistan derbas bûn, ew nehatin…



Êdî ti xweşiya leyîstikên me yên berê nemabû. Carinan dema mezinên li dor me li hev diciviyan, em pê dihesiyan ku êdî terkeserê dinyayê bûne: “Zehf dûr çûne, berê xwe dane Ewropaya xopan, lê zehfekî wan li gellek gund û bajarên Almanyayê belav bûne.”



Li dorhêla Bişêriyê, Qûrtelanê (Misircê) û Batmanê bi dehan gundên wan hebûn. Me zêde ew nas nekirin. Em zarok bûn. Heta em mezin bûn, ew neman. Lê herdem di civat û sohbetan de behsa wan dihate kirin. Kirîvekî bavê min hebû. Hem hevalê bavê min, hem kirîvê me, hem jî tevî bavê min karê lêkirina xaniyan dikir. Ew ji bo bavê min wekî bira, ji bo min wekî mam bû. Rojekê em pê hesiyan ku wî jî terka Deşta Bişêriyê kiriye. 10-12 salî bûm, lê bi qasî bavê xwe ji çûna wî xemgîn bibûm. 20 sal paşê jî, dema diçûm Almanyayê, bavê min her dem digot: “De ka bipirse tu Sebriyê kirîvê me li wan deran nabînî?”



Welatê zarokatiya min, bi hebûna wan ‘kirîvên me’ wekî ‘gulîstanekê’ bû. Gula wan geş bû. Gula me jî geş dikirin. Camêr û mêrxas bûn. Em bi wan serfiraz bûn. Îro beyî wan serê me berjêr e!



Çend roj berê ji bo Cejna Remezanê min serdana bapîrê xwe Eliyê Evdirehman kir. Di xeberdanê de mijar dîsa hat ser wan ‘kirîv’, ango Êzdiyên me. Behsa camêrî, henûnî, dilsozî û hurmeta wan kir û got: “Em li ser hidûdê Îranê esker bûn. Rojîtî bû. Ne şaş bim meha Gulanê bû. Rojekê hevalên min ên qawîşê gotin ‘di nav me de Êzdiyekî Bişêriyê heye’. Hem kêfa min hat, hem ez şaş bibûm. Min yekser got ez dixwazim wî nas bikim. Gotin ‘hema evê li kêleka te ye!’ Çawa min berê xwe da wî, min got; ‘Wey malava! Ev 15 roj in tu hem bi me re radibî paşîvê, 14-15 seetan em bê nan, bê av rojî digirin, hem jî dema fitarê bi me re difitirî. Te çima negot ez Êzdî me? Te bigota me yê nehişta te rojî bigirta.’ Ez ti caran ji bîr nakim. Wî camêrê hanê wiha got: ‘Bi Xwedê min şerm dikir li ba we nan bixwim. Hûn bi rojî bûn, min ê çawa li ber we nan bixwara?’ 60-70 salan em bi Kurdên Êzdî re jiyan. Xwedê ji wan razî be. Ez ti caran wan ji bîr nakim.”



Bi rastî jî Êzdî hîmê mal û ocaxên me bûn. Her ku ew kêm bûn, em jar bûn. Kengî ew çûn, per û baskên me jî şikestin! Niha em baş dizanin ku me ocax û mala xwe bi destê xwe xerab kiriye!

Li me biborin kirîvno…"



05.08.2014 21:13 | simurg56

6. hembajariyê min e. yek ji 2-3 pirtûk kurdî yên ku min ewil xwendine, ya wî bû. ez bawer im pirtûka wî ya bi navê gera pênûsê bû. dîsa ne xelet bim, wî jî mîna hinek hunermendên din, bi bandora strana helebçe ya şivan perwer dest bi nivîsandina kurdî kiriye.



16.01.2014 21:06 | simurg56