Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sansur] de;

5. li gorî pênasa wikipediayê sensûr, ev e:



"...Sensûr (ji peyva latînî censura ya ku tê wateya sergirtin, pêşîlêgirtin, sehêt(kontrol) kirin), peşkînan û qedexekirina ku ji hêla dewlet, desthilat û hikûmetekê ve li ser raman, ziman, çapemenî, weşan, şano, fîlm û hwd tê kirin...

...Sensûr di dema ku pêşî li hatina hizireke li ser ziman were kirin û newê hiştin ku were ser ziman, hingî, dibe..."



tişteke seyr e ku di wikipediayê de raveya sensûrê di kurdî de, ji piraniya zimanan zêdetir berfirehî hatiye amadekirin. ev jî nîşan dide ku kurd çiqas rastî vê kirinê hatine. lê tirşik bêguman ne ji platformên sensûrker e. çima?



ji ber ku;



- kesê ku bikare bêje ramanên min hate astengkirin, tune.

kesên ku dibêjin dijûnên min hatin jêbirin, hene. ev ne sensûr e. parastina asta nîqaşê û garantiya gûftûgoyên di çarçoveya rêzdariyê, ye.



- kesê ku bikare bêje moderator hemû ji fikrek û nifşek hatiye bijartin, tune.

him ji aliyê dînî, him jî ji aliyê siyasî û civakî û jiyana rojane ve, ji hemû derdoran moderator li tirşikê hê ji niha ve, heye. moderatorên me aniha ev kes in:

simurg56 (https://www.tirsik.net/a/simurg56)

brusk56 (https://www.tirsik.net/a/brusk56)

azadixwaz (https://www.tirsik.net/a/azadixwaz)

endazer (https://www.tirsik.net/a/endazer)

elegez (https://www.tirsik.net/a/elegez)

înano lo (https://www.tirsik.net/a/înano lo)

kurdane (https://www.tirsik.net/a/kurdane)

ceso (https://www.tirsik.net/a/ceso)

gernasnenas (https://www.tirsik.net/a/gernasnenas)



kesên dixwazin dikarin ji profîla nivîskaran, peyamên wan bixwîne û bizane ku her yekî ji hev cûda ne.



- kesek tune ku bikare bibêje ku hemberî jêbirina peyama wî, peyamên dijûnker yên ku ji aliyê wî ve hatiye gilîkirin, nehatie jêbirin.

jixwe, heta niha tevde 4-5 peyam ji ber ku tê de rasterast dijûn li kesekî hatiye kirin, hatine jêbirin.

peyam dikarin rexne, reşkirin, derew bihewîne. lê peyamên ku bi hildana navê kesekê û rasterast dijûna dike, him tama ferhengê xerab dike, him qalîteya nîqaşê kêm dike, him jî li gorî zagona hemû dewlet û sazî û rêxistinan qedexe ye.

heta niha hin kesan jî xwestin ku hinek peyamên derbarê dînê îslamê de jî werin jêbirin, lê ji ber ku peyaman tenê rexneyên tund dihewand lê tê de dijûn vs. tunebû, peyam nehatin jêbirin û loma nivîskar dev ji tirşikê berdan.



ya seyr ew e ku her du meseleyan de jî (dînî û siyasî) ez bixwe jî eslê xwe de aligirê aliyê ku şikayetê dike, me.



welhasil, ne hewce ye kes xwe dîno mîno bike. li vir li tu kesî bêheqê nehat kirin û azadiya derbirîna tu kesî nehat astengkirin û wê nebe jî. format û zagonên tirşikê ev e.

(bnr: armancên tirsik.netê)



20.10.2013 11:29 | simurg56

2. berevajî îdîayan tişta ku li tirşikê tune ye, ye.

sedema jêbirina peyama li mijara ibrahim güçlü ew e ku peyamê rasterast dijûn dihewand. ku îbrahîm guçlu bibe endamê tirşikê û bi heman şêweyê bersiv bide, wê ferqa vê platformê ji qehwexaneyê û ji meclîsa tirkiyê, nemîne.

rexne heta dawîn serbest e, heta reşkirinê re jê hema bêje tu tişt nayê gotin lê dijûn û çêrên rasterast nikarin werin parastin. ev yek ne têkildarî fikrên siyasî ne. ji bo kê be jî, wê ev zagon werin sepandin.

ku nehatibe sepandin, dikare were ragihandin û ger dîsa nehatibe sepandin wê demê tirşikvanek dikare bi vî awayî gilî û gazincên xwe bike.

lê gelo kes dikare ku bêje "li vir ji bo fîlankesî rasterast dijûn hebû û min got lê te jê nebir"

ku kes nekare tiştekî wisa bibêje, kes nikare îdîa bike ku li vir neheqî û alîgirtin heye.



19.10.2013 11:28 | simurg56