Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [18.07.2021 sûrprîza mezin ya tirşikê] de;

15. agahî: @brzn, di eslê xwe de ew ne xeletî ye. eger te vîdeo temaşe kiribe, tu wê hêsantir fêhm bikî. armanca wê taybetîyê ew e ku mirov bikare herf merfên peyvê biguhere û bi vî awayî bikare li varyasyonên wê peyvê jî bigere.
mînak: bila peyva me "li tiştekî gerîn" be. tu bikarî di pirtûkekî de vê qalibê bi vî awayî bibînî. wê demê tu wê nivîsa di qutîyê de bikî "ê gerîya" an jî "î gerîya" an jî "gerîya" û tu wê mînakên wek "i diya xwe gerîya" bibînî. ji kerema xwe re vîdeo temaşe bike, gelek zelal e li wir.



01.08.2021 07:51 | simurg56

13. xizmeta ku biruya hayao miyazaki ragihand ku cem wî venabe. li cem kesên din çawa ye nizanim. min guhertinek lê çêkir, ji kerema xwe re herkes dikare rewşa xwe ragihîne?



25.07.2021 07:46 | simurg56

8. sûrprîza ku niha di weşanê de ye: lêgerîna di nav pirtûkên kurdî de!
(bnr: lêgerîna di nav pirtûkên kurdî de)
vê gavê em dikarin vê sîstemê di beşa ferhengê de bi kar bînin. ji bo ku hûn di 2 deqeyan de fêhm bikin, ji kerema xwe re vê vîdyoyê temaşe bikin:



bi saya vê sîstemê, em bi hêsanî dikarin ji bo her peyvekî kurdî, rasterast ji wêjeya kurdî, mînakên bikaranîna peyvê, peyda bikin. aniha tenê nivîskarên ku herî kêm 100 peyam nivîsandine, dikarin vê menûyê bibînin. nivîskarên 100 peyam nivîsandî, dikarin sîstemê bi kar bînin û ji bo peyvan hevokên mînak yên guncaw lê zêde bikin. bi vî awayî wê her bikarhênerê turkcekurtcesozluk.comê bikare van hevokan bibîne.

heta niha me ji 45 pirtûkên kurdî, 94.100 hevokan li danegeha xwe zêde kirine. sîstem di nava van hevokan de lêgerînê dike. lîsteya pirtûkan li jêr e û wê her zêde bibe.

ev sîstem bê gavê ji bo beşa ferhengan e lê belê di pêşerojê de dibe ku em bi rêbazên dîtir jî bi kar bînin. em ê di pêşerojê de qutîya lêgerînê, di ciheke mûstaqîl de jî bi cî bikin, da ku dema di derbarê karanîna peyv, biwêj û hwd. de nîqaşek çêbe, em bikarin ji nivîskarên wêjeya kurdî alîkarî bistînin.

her wiha, di rojên pêş de em ê qutîya lêgerînê her wiha di binê rûpela peyvan de jî bi cî bikin.

lîsteya pirtûkan:
Labîrenta Cînan Hesenê METÊ
Biyanî Albert CAMUS
Çiyayê Agirî Yaşar KEMAL
Mijabad Jan DOST
Siya Evînê Mehmet UZUN
Mişk û Mirov John STEINBECK
Reş û Spî Îbrahîm Seydo AYDOGAN
Şevên Spî Dostoyevskî
Smîrnoff Hesenê METÊ
30 Çîroken Bijare Husein MUHAMMED
Balûlka Şekirê Hesen SILÊVANEYÎ
Bandora Edebiyatê Lokman POLAT
Başûrê Kurdistanê Hesenê METÊ
Berê Gotin hebû Mustafa AYDOGAN
Compûtera ber dilê min Mahmûd LEWENDÎ
Moa û Pelle - Çîrokeke Evînî Kerstin Johansson i BACKE
dara gozê Serdar ROJAN
derdê gel D. Îsmaîl HESSAF
Dê Û Dêmarî Egîdê XUDO
Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan Rohat
Evîn û Şewat Sidqiyê HIRORÎ
Gardiyan Bûbê ESER
Girtî Firat CEWERÎ
Gopalê Sor Meşal TEMO
Gulbijêrek ji Çîrokên Gelêrî Metîn KEWÊ
Hêsîr û Baran Bavê NAZÊ
Kadîna Mişkan Zeynelabidîn ZINAR
Kahraman Axayê Rikoyî Jules VERNE
Keça Kurd Zengê Cemşîd BENDER
Kevoka Spî Firat CEWERÎ
Kurdên Haymanayê Georges PERROT
Kurê Zinarê Serbilind Sidqiyê HIRORÎ
Mîrzayê Biçûk Antoine de Saînt-Exupery
Ordîya Mêşên Hunguv Bekîr YILDIZ
Pêşmerge Rehîmê QAZÎ
Qaqlîbaz Richard BACH
Rastiya Ziman, Wêje û Çanda Kurd Abdulah OCALAN
Serkomare Kurdistanê li Ber Dadgeha Îranê Bedredîn SALIH
Serok û Sokrates Huseyîn KARTAL
Sê Şev û Sê Roj Laleş QASO
Sorê Gulê Silêman DEMIR
Şevên Zengîn Newafê GEDO
Şopên Geş Şivan KAVÊ, Aynûr AMED, Doğan XEZNA
Xalê Min Ferîd Paşa UZUN
Xezal Sîma SEMEND



19.07.2021 23:05 ~23:06 | simurg56

7. mixabin wê bimîne roja 19ê, ji bo başkirina wê min rêbazek nû dît û îro gelek li ser xebitîm lê negiha îro.



18.07.2021 23:52 | simurg56

1. sûrprîzek xweşik û kêrhatî ye. ji bo ku sûrprîza me baştir kêr were, ji min re .pdf'a pirtûkên kurdî lazim in. jixwe di tirşik-danegehê de gelek jê hene, lê eger di destê we de yên orjînal hebin, li benda wan im.
[camêr û canikên ku haya wan ji sûrprîzê hene (belkî 1-2 hebin) ji kerema xwe bila sûrprîzê xera nekin. ji bo yên din: berde binê te erd e]



28.06.2021 20:23 ~20:41 | simurg56