Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [life of pi] de;

4. bi dîmenên xwe yên muazzam, fîlmek gelek serkeftî ye. senaryo kêm zêde dikare were texmînkirin lê xweş e. min berî salan temaşe kiribû lê bi qasê tê bîra min, peyamek wisa ya fîlmê hebû;


di fîlmê de mêrik behsa serpêhatîya xwe dike lê guhdar jê bawer nakin. çimkî li gorî senaryoyek din, ew hemû heywanên di kelekê de, temsîla mirovekî dikirin. li gorî karakterên xwe jî, li ber çavên pî, ketibûn teşeya heywanekî. ew hemû çîroka xemilandî û bikitekit, di eslê xwe de şer û pevçûna di navbera van karakteran de bû ku bi hev re ji bobelatê filîtîbûn û di vê keleka biçûk de asê mabûn. bi dîmenên wisa efsûnî, ne xemilandî bû. di vir de çîroka ku zilam dibêje, vegotinên dînî temsîl dike. senaryoya din ya zip û zûwa jî, rastîya dilsoj ya dinyayê temsîl dike. herkes azad e ku ji kîjanê bawer bike. an jî herkes, bûyeran di berçavka xwe re şîrove dike.



29.11.2020 21:21 | simurg56

1. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê xelîl ve, li kurdî hat wergerandin.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê



têbinî-1: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142


têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



28.11.2020 15:28 | simurg56