Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê] de;

46. civînek xweş û samîmî bû.
(civîna ewil ya amedê ev e, li jor hatîye pirsîn; 22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê)

beşdarên civînê simurg56, kajav, yûsiv, rizgarm, tîrêj zana 21, shorbevan, ferhenga şikestî, berîvan bûn. ji xeynî wan jî 2 mêvanên ji derveyî tirşikê hebûn.
du wêneyan parve bikim;
Here lînkê
Here lînkê

min piranîya van hevalan nû dîtin. ya rast min tenê ferhenga şikestî dîtibû berî niha. ez û ferhenga şikestî me nifşa ewil ya tirşikê temsîl kir. em dikarin bêjin shorbevan jî nûnerê nifşa duyem bû. yên din jî ji nifşa nû bûn. yanî civîn, di navbera van nifşan de bû pirek. hevalên ku ji rêveberîya tirşikê û moderatoran aciz bûn, bi goşt û xwîna xwe, em dîtin.

heta ku mirov hev û din nebîne, ji bo hev tenê karakterek xeyalî/dijîtal e. lê dema mirov hev dibîne êdî ew nasek e. ango me îroj nû hev û din nas kir. jixwe destpêka civînê naskirin bû. herkesî navê xwe yê tirşikê aşkere kir. heçko behsa tiştekî wisa hatibû kirin lê belê kesî xwe veneşart. û ji ber ku em di odeyek cihê bûn, ne pêkan e (weke caran) nivîskarek me hatibe û ji dûr ve em temaşe kiribe * kesên xwestin an jî dema mijar vebû, hinekan navên xwe yên rastîn jî aşkere kirin. me wek polîsên tirkan gbt nekir, loma di derbarê hinekan de gelek agahî aşkere bûn, derbarê hinekan de hindiktir.

civîn li xana hesenpaşa bû.
weke civînên din, di vê civînê de jî rojevek dîyarkirî tune bû. em ji tirşikê ketinê ji wêjeyê derketin. ji wir têketin bajarê amedê û ji nazim tolhildan derketin. bêguman mijar tê û diçû dihat ser zimanê kurdî. bingeha hemû meseleyan jixwe ziman bû. bifikirin ku di serdemek wisa de, me tenê 1-2 deqe behsa koronayê kir. li ser sîyasetê jî em gelek kêm sekinîn. me hema tenê tûrek avêt dora wê û tewaf kir û xelas.
mijarên ku me behs kirin: rewşa sîyasî ya gelê kurd, kurmancî û zaraveyên din, devokên kurmancî, nîqaşên berê yên di tirşikê de, dîroka tirşikê, wêjeya kurdî, wergerên kurdî, hunermendên kurd yên egoîst, yên ne egoîst, zarok tv, Zinarê Xamo, wergera fîlmên kurdî, daxwaza berîvanê ya vekirina malperek ji bo sînemeya kurdî, festîvala/kampa tirşikê, şevên temaşekirina fîlmên wergerandî û hwd.

nivîskarên ku me gunehê wan kir stûyê xwe: endazer, biruya hayo miyazakî, brusk56, azadixwaz, nazim tolhildan, dijber, hola êzîda, feqiyêteyran, hespêsor, xendekî, ezxeyic, endazyar, mergehez, cinorek, berxweda, gumgumok, brzn, gulêê, elaziz izzetpasa camii, ciwan, hozan serhad û yên niha nayên bîra min.
tişta ku him ez pê şaşwaz bûm him keyfa min jî jê re hat û him jî hinekî pê xemgîn bûm ew bû ku nivîskarên nû, haya wan hema bêje ji van hemû nivîskarên jor yên kevin hebû. pê şaşwaz bûm çim kî îspat dike ku çawa li dû dîroka tirşikê ketine, keyfxweş bûm ji ber ku ev nîşan dide ku nivîsên me yên kevin jî hê tên xwedin; pê xemgîn bûm ji ber ku niha zêde tişt nayên nivîsandin, nivîskarên nû xwe avêtine bextê paşerojê.

em klasîka xwe jî bînin cih:

ferhenga şikestî: bi hatina wî gelek kêfxweş bûm. kurmancîya wî û bilêvkirina wî wer xweş e ku propagandaya iyi partîyê bike jî mirov pê aciz nabe. ku nehata, wê civîn ewqas xweş nebûya.

yûsiv: nivîskarek gelek ciwan e. ciwantirînê me bû. lê çavên wî dibiriqîn. wek xortekê gelek dilxwaz û jêhatî xuya dike. zêde neaxivî lê gelek bi baldarî guhê xwe dida civatê. carina li ser lênûska xwe notên biçûk jî dinivîsîya. hêvî dikim ne fîşkirin lê ji bo şîroveyên xwe be * keyfa min gelek jê re hat.

shorbevan: me paşerojek heye bi hev re lê ev cara ewil e dibînim. yekî gelek camêr e. ji ber vê camêrîya xwe, hema bêje hîç neaxivî. piştî civînê me bir danî otogara navçeyan lê wer xuya ye xeletîyek çûbûye. xwezî li me bigerîya, em ê lê vegerîyan :(

tîrêj zana 21: organîzatorê civînê jixwe ew bû. hinekî tevlî civatê bû lê zêde kûr neçû. min hêvî dikir dora axaftinê nede me lê wisa nebû. qey xwe ji bo civînek din hildide. ji bo keda wî, wî pîroz dikim. bona ku di derbarê wî de hinekî din binivîsim, divê em bi hev re tevlî çend civînên din jî bibin.

kajav: tu mantiqa wê tune lê belê min kesek mezintir texmîn dikir. xortek nestêle derket. xwîngerm bû, dema bêdengîyek çêdibû mûdaxaleya xwe dikir.

rizgarm: nivîskarek gelek xwîngerm e. civata wî xweş bû, rûken e û enerjîya xwe bi derdora xwe re jî parve dike. 2 hevalên xwe jî bi xwe re anîbûn. dîyar e ku reklama tirşikê li her derî dike û xelkê dide zorê jî. hevala ku bi xwe re anîbû, qaşo wê di nava 3 salan de bibûya nivîskara tirşikê lê bi berxwedana me û wî, ev 3 sal bûn 3 meh, paşê jî bû 3 heftî. wek di vê vîdyoyê de jî tê gotin: ji kerema xwe berdewamka, ez qurbana te berdewamka



berîvan: tekane nivîskara jin bû. ji nivîskarîyê zêdetir bi wergerên xwe yên fîlman alîkarîya tirşikê dike. zarşêrîn û sempatîk bû. jîyana wê tev mijûlahîya bi zimanê kurdî ye. ji gelê me re teqrîbî 10-15.000 fîlan ji van jinan lazim e. xwedê hejmara wan zêde bike.

civîna me bi kurtî wisa bû. min gelek keyfê jê stand. nizanim ji ber kelecanê bû an ji ber şermê, carinan bêdengîyên kurt diket civatê. em her yek ji derekê hatibûn û piranîya me hev û din nas nedikir, ez dibêjim qey ji ber wê bû. aqûbet serê hemû tirşikvanên din. bila her tirşikvanek herî kêm carekê tevlî van civînan bibin.



15.11.2020 21:57 ~22:02 | simurg56

41. Erê tîrêj li peyamên xwe yên taybet binêre, wê baş be



15.11.2020 14:17 | simurg56

31. Her çiqas saeta wê ji bo min ne guncan be jî, ez ê tevlî bibim. Eger pêkan be û em saetê hinekî din dereng bixin wê baştir be. Wê ji nivîskarê jin berîvan jî were ez bawer im.
Ez ê ji Mêrdînê werim û di erebeya min de cî heye. Nivîskarên Mêrdînê dikarin bi min re werin.



14.11.2020 10:54 | simurg56

18. civîna ku eger xwedê hez bike, ez ê beşdar bibim.
li gorî rewşa min, eger piştî saet 18:00an be, wê çêtir be.
hevalên ku ji derveyî bajêr tên, ez dikarim wan ji otogarê bistînim.
ji bo cî jî, ez hê li amedê nû me û loma zêde cihan nizanim lê cihekî sekan be wê baş e. ji bo ku em bikarin hev û din fêhm bikin.



08.11.2020 21:05 | simurg56