Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [birinca binokan] de;

2. dema ez biçûk bûn, ji min re meraq bû. di rêzefîlma bizimkilerê de cafer bû çi bû, bi şev vê xwarinê difirot. em şaşwaz dibû, me digot ma mirov li derve û li ser pîyan çima birincê bixwe. ma çi taybetîya wê heye?

piştî ku çûm stenbolê, min jî gelek caran xwariye. bi rastî jî ne xwarinek taybet e lê weke hemû xwarinên kolanan, mirov dikişîne xwe. birinc û nok esseh hene. li gorî daxwazê, goştê mirîşkan jî datînin ser. li cem wê jî dew, tirşîya bîberan didin. eger bixwazî, dikarî ketçapê jî lê zêde bikî.

min tenê rojekê li ew a meşhûr ya li unkapaniyê xwar. em jî şanoya reşat nurî derketibûn. me hinekî bi xwedîyê dezgehê re sohbetê kir, li gorî gotina wî, bi pereyê wê demê, meblahek gelek mezin pere dida mafyayekê da ku bikaribe li vir bihewe. yanî xwedîyê binê wê darê jî hebûye.



11.05.2020 22:32 | simurg56