Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [razana bi goreyan] de;

1. li gor min, tiştekî gelek ne xweş e. dema bi xeletî bi goreyan radikevim, ji wê xewa xwe tu xêrê nabînim. eyn weke wê dema ku bi cilên rojê rakevim. dema mirov di nav nivînên paqij, rastkirî de û bi cilên şevê razê, xew gelek xweştir e. jixwe herkes vê zane. lê ji bo min meseleya goreyan jî gelek girîng e. eger gore di lingên min de bin, xew li min heram dibe.
neyse, min meraq dikir ka gelo bingehek wê ya zanistî heye an na. û min lêkolînê kir lê mixabin; li gorî gotinan, berevajî fikra min, razana bi goreyan, tê pêşnîyarkirin jî.
behsa feydeyên wisa tê kirin: alîkarîya eyarkirina germa laşê mirov, kêmkirina atakên sendroma raynaudê, ji bo jinên navsere, kêmkirina atakên germbûnê falan û fîlan.
ya ecêb, li gorî vê malperê (Here lînkê), di seksê de rêjeya orgazmê fîlan jî zêde dike. tobe bismilleh.



27.04.2020 22:35 ~22:59 | simurg56