Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [projeya ji nû ve afirandina turkcekurtcesozluk.com'ê] de;

16. projeya ku min êdî bixwe dest avêtiyê ye.

min ji bo sîstema nû malperek amade kir: http://wergerine.com/duziman

sîstem komple ji kodên min pêk tên û kurdî ye.



di vê sîstemê de;



- hemû tirşikvan dikarin bi nav û şîfreyên xwe yên li tirşikê, têketinê bikin.

- tirşikvan dikarin peyvên nû li ferhengan zêde bikin. (peyv bi navên wan tê tomarkirin û dimînin li benda erêkirina moderatoran. dema tê erêkirin bi navê wan tê weşandin.)

ji bo her peyvekê rûpelek heye ku li vê rûpelê agahiyçn peyvê hene.

- di binê rûpelên peyvan de, tirşikvan dikarin şîroveyan bikin. dikarin ji bo bikaranîna peyvan pirsan bikin an jî hevookên mînak bidin.

- moderator dikarin hemû peyvan rast bikin, jê bibin, têxin weşanê, ji weşanê rakin an jî jê bibin.

- lêgerînê de vebijêrka "di nav wateyan de jî bigere" heye.

- ferheng ji zimaneke bijartî, werdigerîne zimanê din yê bijartî.

- ji bo nivîskaran jî rûpela profîlê heye ku agahiyên wan yên li tirşikê jî li wir xuya dibin.

- sîstema lêgerînê êdî bileztir e û berfirehtir e.

- îstatîstîk hene û li gorî daxwaaza wê bên berfirehtirkirin.

- peyv û şîroveyên dawîn tên dîtin.

- bikarhênerên ne tirşikvan jî dikarin peyvên nû bişînin, lê ev peyv piştî kontrolê bi navê anonîm tê weşandin.

- dema mirov têkeve sîstemê, qutiya lêgerînê otomatîk tê tikandin û vebijêrka "di nav wateyan de jî bigere" tê bijartin. (mirov dikare paşê vebijêrkê rake)



min hemû peyvên li sîstema heyî, derbasî li vê sîstema nû jî kir. yanî niha li sîstemê ji 150.000 zêdetir peyv hene.

ger tirşikvan êdî vê sîstemê bi kar bînin û kêmasî û xeletiyan ragihînin, ez ê hewl bidim ku temam bikim. ger tirşikvan bi erênî lê binêrin û "begem bikin" em ê paşê bi rastî jî derbasî vê sîstemê bibin.



weke din, ger em derbasî vê sîstemê bibin em dikarin navê malperê jî biguherînin. yanî navê turkcekurtcesozluk.com gelek dirêj e. (ji bo ku di googleê de derkeve baştir e lê ne navek xweş e.)

hûn dikarin ji bo vê problemê jî pêşniyaran bikin.



24.08.2014 21:45 | simurg56

10. projeya ku hinek dereng ma lê di asta xelasbûnê de ye êdî.



02.03.2014 16:30 | simurg56

9. nêz e.

sibe destpêka çêkirina projeyê ye.

di nava mehekê de tê plankirin ku proje biqede û malpera turkcekurtcesozluk.com li tirşikê ve were girêdan û ew jî bibe malperek înteraktîf ku bi bikarhênerên xwe re danûstandinê dike.



09.11.2013 19:37 | simurg56

8. projeya ku hê jî li benda pêşniyaran e ku ger pêşniyar tune bin wê were destpêkirin.



03.11.2013 15:47 | simurg56

5. projeya ku hêdî hêdî taybetiyên wê tên diyarkirin û xebata wê destpê dike.

taybetiyên ku heta niha tê fikirîn ku tê de hebin li jêr in, ger pêşniyarên fonksiyonên dîtir jî hebin, em dikarin hê nebûyî dereng li sîstemê zêde bikin.



- wê ji ferhengên ji hev cuda pêk were (mîna kurdî-tirkî, îngîlîzî kurdî û hwd.)

- sîstem wê him nav peyaman him jî nav wateyan de bikare lê bigere

- wê têxistina pirhejmar (batch import) ya peyvan pêkan be

- wê bikarhênerên tirşikê bikarin bi eynî nav û şîfreya xwe bikevin sîstemê û binê peyvan de şîrove û gûftûgoyan bikin û ji bo peyvê mînakên bikaranînê bidin. wê ferheng wisa zindîtir be.

- wê moderatorên tirşikê bikarin peyvên nû li ferhengan zêde bikin û yên heyî jî rast bikin û biguherînin.

- weke tirşika me; dema mirov dinivîse wê sîtem otomatîk peyvan pêşniyar bike

- lêgerînan de wê vebijêrkên weke "peyvên ku bi vê dest pê dike/xelas dibe" an jî "peyvên ku vê dihewîne" hebe.

- ji bo kurdî û tirkî wê klavyeyên online hebin

- wê wêneyên têkildar otomatîk werin dîtin û nîşandan

- wê ji bo reklaman cî were veqetandin

- bi sîstema sitemap, wê ji bo her peyvekê rûpelek were afirandin û bi vî awayî wê google malperê baştir nas bike.

- wê lîsteyên weke "peyvên dawîn", "peyvên nû şîrovekirî" û "peyvên dawîn hatî lêgerîn" hebin.

- wê vebijêrkên lêgerîna hemû ferhengan de an jî tenê ferhengekê de, hebin.

- wê peyvên encamê de jî bikarin werin tikandin.

- ger peyv ferhengê de neyê dîtin wê otomatîk bikare tirşikê de jî bigere an jî vê yekê teklîf bike. berevajiya wê jî wê hebe.

- ji bo nivîskarên tirşikê wê li wir jî profîlek hebe. û peyam û şîroveyên dawîn yê bikarhêner bikare were dîtin.



ji bo proje bikare were sepandin, endezyarên japon pereyên mezin dixwazin * loma qet nebe bila hemû taybetiyên ku em dixwazin, tê de hebin. em li benda nêrînên tirşikvanan in.



30.10.2013 20:24 | simurg56

3. projeya ku tê xwestin ku tirşikê û turkcekurtcesozluk.comê bi hev re girê bide. armanc ne yekkirina wan e. yanî ger ev pêk were wê turkcekurtcesozluk.com dîsa weke malperek cuda bimîne, lê tenê wê nivîskarên me bi heman navê xwe û şîfreya xwe bikarin têkevin turkcekurtcesozluk.comê jî û binê peyvan de nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe binivîsin, peyvan rast bikin an jî yên nû lê zêde bikin.

her wiha wê turkcekurtcesozluk.coma nû, dema nekarî peyvek bibîne wê bikarhêneran beraliyê tirşikê bike.



weke hinek taybetiyên din yên ku dikarin werin lêzêdekirin:

- weke tirşikê, hê di dema nivîsandina peyvê de derketina lîsteya pêşniyaran

- klaveyeya tîpên kurdî

- tomarkirina qeyda lêgerînê ya bikarhêneran



21.09.2013 12:31 | simurg56

1. projeya ku roj bi roj xwe zêdetir dide fikirandin û piştî temamkirina kêmasiyên tirşikê, dixwazim pêk were.



weke gelek nivîskarên tirşikê jî dizanin malpera turkcekurtcesozluk.com'ê jî yek ji karên tirşikvanan e û ferhengên kurdî yên herî mezin yên înternetê, dihewîne.

lê mixabin bi rewşa xwe ya heyî, ji tirşikê bi temamî cûda ye û sîstemek cûda bi kar tîne.



niha ya ku min difikirîne ev e: gelo em danegehên(database) tirşikê û turkcekurtcesozluk.com'ê bikin yek û bi vî awayî hemû nivîskarên tirşikê her wiha bikarin têkevin sîstema turkcekurtcesozluk.comê. nivîskarên tirşikê bikarin binê peyvan de şîrove û fikrên xwe binivîsin û ger bixwazin mînakan bidin. û admîn û moderatorên tirşikê jî bikarin li gorî ragihandinên tirşikvanan peyvên nû li ferhengan zêde bikin û yên heyî sererast bikin.

her wiha sîstem li gorî peyva ku lê tê gerîn, ji tirşikê jî mijarên dişibê, bibîne û pêşniyar bike, wê xweş be.



ev fikir niha tenê aqlê min de ne û çiqas pêkan e û nepêkan e, nizanim. lê heta dora sepandina vê projeyê hat, nivîskarên tirşikê jî pêşniyarên xwe binivîsin, belkî sîstemek bêhempa derkeve holê. erê.



19.09.2013 23:28 | simurg56