14. bobelata ku li me nîşan da ku ev dewlet nikare krîzek mezin îdare bike. îro jî jinek û zaroka wê ya 2.5 salî ji bin kazilan sax hatin derxistin. destên wan sax bin lê xuya ye hejmar an jî derfetên wan ne bes in. ji ber ku ev bû nêzikî 2 rojan ku bûyer qewimî. eger têra xwe tîm û derfet hebûna, wê di nav çend 12 saetan de hemû kesên zindî hatibana derxistin. |
|
26.01.2020 13:43 |
simurg56
|
5. erdheja herî mezin bû ya van salên dawîn. hejmara miriyan gihştiye 21ê. wê zêde jî bibe. heta niha tê zanîn ku 30 avahîyî hilweşîyane. |
|
25.01.2020 11:43 |
simurg56
|
1. Bûye sedema mirina 4 (rojane:35) kesan. Ji ber ku wê gavê ez di rê de bûm, haya min pê çênebû lê dema hatim ber derî, min dît ku herkes ji avahîyê direvin. Min jî zarokan girt û em derketin. Aha bû ev saet û em vegeriyan malê. |
|
24.01.2020 22:53 ~2020.01.26 13:43 |
simurg56
|