Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ma music] de;

1. navendek ji bo perwerdehîya mûzîkê ye.
li amedê vebûye. zimanê perwerdehîyê kurdî ye û bi qasê ez dizanim ji bo vê yekê gelek hişk in. piştî ku qeyyûm avêtin ser şaredarîya mezin, komekê vê navendê vekirin da ku gelê kurd ji xizmetên bi vî rengî, bêpar nemîne. bi qasê ew bixwe jî dibêjin, eleqeyek gelek zêde heye ji bo wan û ji ber vê sedemê ye ku hema cîda herkesî nagirin jî. di nava 2 salan de, zêdetirî 2000 kesan serî li wan dane.
heta niha ev 3 nifş in ku mezûn dikin. di derbarê perwerdehîya wan de zêde hûrgilîyên min nîn in.

berpirsê giştî yê navendê Şêrko kanîwar e ku em ji zarok tvyê baş dinasin.

slogana wan ev e "ji bo herkesî mûzîk li her derî mûzîk" e. ji ber vê yekê hê dema zarok di zikê dîya xwe de, dikarin werin vir û dest bi perwerdehîyê bikin. bê henek. jinên ducanî yên 16 hefteyî dikarin werin û tevlî xebatan bibin.
weke din ji bi her temenî, programên cûda hene. him perwerdehîya mûzîk û enstrûmanê, him jî perwerdehîya mamostetîya mûzîkê didin.



26.11.2019 20:28 | simurg56