Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xiaomi] de;

1. markayeke teknolojîyê ye. bi telefonên xwe tê nasîn lê cûr be cûr amûrên elektronîk hildiberînin. ji pekîna paytaxta çînê ye. di pîyaseya telefonan de yek ji 4 markayên herî mezin yê dinyayê ye. cara ewil di sala 2011an de telefonên jîr firotine lê piştî wê salê bi lezekî zêde, mezin bûne.
avaker û ceoyê şîrketê lei jun e. lê mêrik dîsa jî ne yek ji 10 dewlemendên çînê ye.

modelên telefonên wan ji 2 cûreyan pêk tên: mi û redmi. lê gelek bine-cûreyên van cûreyan jî hene. yên redmi hinekî din erzan in bi giştî. ji bo vê yekê hatine çêkirin. telefonên wan navrûya miui bi kar tînin ku ya xiaomiyê bixwe ye û têra xwe kêrhatî ye.

berî salekê li tirkiyê jî dest bi xebata xwe ya fermî kir. lê berî ku wek fermî were jî, li tirkiyê dihata firotin lê tabî ji ber meseleya garantîyê, zêde kesan nediwêrî xwe lê bidin.



16.11.2019 12:56 | simurg56