Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de] de;

1. berxwedana min ya takekesî ye ku ev çend sal in didomînim. dema mirov here mekan an jî cîheke nû, google ji mirovî dipirse ka di derbarê wî cihî de fikra te çi ye. ez jî piranî vala nahêlim û şîroveyên xwe yên çi erênî çi neyînî, dinivîsim. hema bêje her dem jî şîroveyên xwe bi kurdî dinivîsim. ji bo xwaringehan, cihên dîrokî, dikanan û hwd. şîroveyên bi kurdî dinivîsim.

eger herim bajarên tirkan jî, teqez vê yekê dikim. weke mînak dema çûm gera karadenizê, min şîrove ji bo gelek cih û warên van bajaran bi kurdî nivîsandin.
êdî hêdî hêdî google haya min pê çêdike ku hinekan like (çeppik) dane şîroveyên min û ez pir pê kêfxweş dibim.
ez herî zêde ji bo googlê şîrove dinivîsim lê her wiha li ku derê derfetê bibînim, li wir jî dinivîsim.

ez dibêjim ji bo ku zimanê kurdî di jiyana rojane de bêtir bê hîskirin û li kurd û tirkan bêtir bête fêhmkirin ku kurd jî dinivîsin û dixwînin, ev yek rîyeke gelekî baş e. ji ber ku dema mirov di platformên sosyal de dinivîse, tenê şopînerên we dixwînin û tirk û kurdên tirkîaxêv rastî zimanê kurdî ya nivîskî nayên. lê cihên wek google maps cihên hevpar in, herkes neçar in ku bixwînin. mirov dikare li wir tilîya xwe ya şehdê, têxê di çavê faşîstan re.



14.11.2019 21:32 ~21:46 | simurg56