Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ekrem imamoglu] de;

13. di erheja mezin ya sala 1999an ya li golcukê, bi derfetên xwe çûye cihê bûyerê û alîkarî biriye: Here lînkê
wê demê hê ne di sîyasetê de ye jî. helal be jê re. ev vîdyo wê gelekî kêrî wî were.
akpyîyan dipirsîya ka çi karê wî heye li elezîzê, lê vaye bersivek têr û tije jê re hat. mêrik dema hê ne şaredar diçûye, niha çima neçe? ji serê chpê zêde ye.



26.01.2020 13:50 | simurg56

12. şaredarê ku heta niha jî kurdan nefirotîye û piştgirî daye sîyaseta wan. roja berî 19.08.2019 wezîfedarkirina qeyûman li bakur, jina wî ya kemal kiliçdarolu ya selahattin demirtaş bi hev re taştê xwaribû. niha jî tê gotin ku wê dawîya vê heftîyê were amedê û bi selçuk mizrakli re hevdîtinê bike.
roja ku qeyûman berdabûn ser şaredarîyan jî bertekek net dabû. wisa jê tê fêhmkirin ku wê ji bo serokkomarîyê bibe namzet û heta wê rojê jî dixwaze kurdan wenda neke.



27.08.2019 22:11 | simurg56

6. êdî weke fermî jî şaredarên stenbolê ye. ev 17 roj bûn ku rêxistina akpê hewl dida ku pêşî lê bigire. belkî jî dizaniya ku nikare, lê tenê wisa kir ji bo paqijkirina gemarîyên 25 salên derbasbûyî.

camêr heta niha tu gotinek eletewş nekir ji bo kurdan lê nabe ku mirov tiştên zêde pozîtîf jî jê hêvî bike. hêvî jê heye ku di paşperdeyê de alîkar be.
di pêvajoya hilbijartinê de, serokê stenbolê ya chpê canan kaftancıoğlu bû û tim û tim bi îmamoglu re bû. canan kaftancıoğlu kesekî gelek nêzikî kurdan e. û tê gotin ku jixwe wê gelekî li ser namzetbûna îmamoglu de israr kiriye.



17.04.2019 19:59 | simurg56