Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gîska gerok] de;

21. xuya ye yekemîn kurd e ku ketiye sendroma navdarbûnê. te dît mirovên gelek navdar êdî nikarin di nav civakê de li gorî keyfa xwe bigerin ji ber ku êdî herkes wan nas dike, dixwazin bên cem wan û bi wan re biaxivin, foto bikişînin û hwd.
dema dest bi youtuberîyê kiribû, jixwe di vîdyoya xwe ya ewil de behs kiribû ku heta niha nexwestîye rûyê bê dîtin lê niha êdî wê xwe kifş bike fîlan.
baş e ku wê tenê xwe li pişta kamerayê veşêre.



13.11.2019 20:25 | simurg56

17. ev demek bû deng jê dernediket. ji bo ku hevpeyvîna wê ya bi ferît sevîm re temaşe bikim, min qenala wê kontrol kir û dît ku hema bêje hemû vîdyoyên xwe jê birine. tenê vîdyo hiştine ku tê de ew bixwe xuya nake. wer texmîn dikim ku navdarbûn lê nehat û niha dixwaze rûyê xwe bide jibîrkirin.
carina vîdyoyên gelekî baş dikişand û heqê youtuberîyê dida. çima biryarek wisa girtiye, nizanim lê pê xemgîn bûm. xwezî wisa nekira. eyn weke wê rewşê hîs dikim, te dît dema tirşikvanek tirşikê diterikîne û hemû peyamên xwe yên kevin jê jê dibe. dema min vê hevokê nivîsand şikek kete dilê min ku belkî wê jî peyamên xwe jê biribin. niha min kontrol kir, jê nebiriye. qet nebe ev jî baş e.



11.11.2019 22:20 | simurg56