Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [grand budapest hotel] de;

4. yekemîn berhema wes anderson e ku min temaşe kir. fîlmên wî yên din nizanim lê ev fîlm tiştekî ecêb bû. wek li jor j hatiye gotin, tê de sîmetrîyek di asta dînatîyê de, heye. hema bêje di hemû sahneyan de kamera nav di navê de ye û dekor jî sîmetrîk e. loma her sahneya fîlmê, wek posterekî ye.

min berî nizam çend salan, vê fîlmê vekiribû lê nekarîbû temaşe bikim. aciz bûbû. çima nizanim. çimkî niha min bi wergera kurdî temaşe kir û qet jê aciz nebûm. dev ji acizbûnê berdin, min gelek jê hez jî kir. destên berxweda sax bin.

hinekî tama amelie dide. sedema wê jî şêrîn û şekirbûna karakterên sereke ne. lehengên me yên kubar, di nîvê nava şer, kuştin û bobelatan de, qet kubarîya xwe wenda nakin.

welhasil min 82 pûan danê û pêşnîyar dikim.



25.04.2020 08:39 | simurg56

3. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê berxweda ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 60.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê


têbinî: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.



09.03.2020 22:09 ~2020.05.16 21:05 | simurg56