Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sira sibê] de;

2. helbesta/strana ku gotinên wê kêm/zêde rast/xelet wisa ne;



Sira sibê li ba bû,

dara hewrê veciniqî hişyar bû,

tevziyek da xwe, tevziyek kûr...

rahişt bilûrê danî ser dirana...

Ji sedsalên dûr û ji kezeba kûr distira.

Ji sedsalên dûr û ji kezeba kûr distira.



Kaniya bin dara hewrê,

Bi dengê bilurê re nehwirand

Hêstir werwirand melûl melûl

Dilê heyva ji kovanên xwe re

Kerî bi kerî, kezext û dirand



Bilbilek firî ji hêlîne

Çu danî li guliya gulê

Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe

Berda dilê wan ji xuriyê

Dilop dilop niqutî û xurî

Niqut niqut niqutî û xurî



Di dilopa paşî de sefeq beyan bû

Ji bilûrê hîs birî kanî xayîs ket

Li binê kema gulê bilbil ji can bû



Jînek nû dest pêkir bi sira sibe

Şefeq zelal xuza xuyan bûn



15.03.2014 16:29 | simurg56