Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dev resisî] de;

1. nifir an jî biwêjek e.
peyva resisîn di ferhengan de peyda nabe. lê bi qasê ji vê biwêjê fêhm dikim wateya wê "hema yek car asê bin, qerisîn, sekinîn, bê liv û tevger man" ye.

wateya "dev resisî" jî ev e; xwedê bike devê te li te asê bibe êdî nekarî biaxivî.
-devê (yekî) ketin hev
-dev û diranên (yekî) hatin girtin
- ji devgerê ketin
- zimanê (yekî) hatin girtin
- zimanê (yekî) lal bûn

di înternetê de tenê di vê helbestê de derbas dibe ku di hesabeke facebookê de hatiye parvekirin û tê fêhmkirin ku aîdê "Dilpét Jélî" ye.

"Wekî min dil keser kul dinalé axû xwzî
Ji kula wé dilburîm can û rih li min tezî
Ji min xeydî çunehat,sebra min bé wé nehat
Dilpét Jélî bandikyé,deynaké dev resisî"
(Dilpét Jélî)



27.06.2017 16:28 | simurg56