Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [koma xwendinê ya tirşikê] de;

13. vê mehê şûna hinarî dawî ya dinyayê, wê pirtûka heman nivîskarî ya Êvara perwaneyê were xwendin. ji ber ku pirtûka hinara dawî, li tu derî peyda nabe. pirtûk xelas bûye û vê gavê çapa nû jî tune. ji ber vê yekê hemû endaman nekarîn peyda bikin û loma pirtûk hat guhertin.



09.02.2020 13:58 | simurg56

7. koma ku niha bi rastî jî hatiye avakirin.
bi biryara hevpar ya endaman, ji bo her 15 rojan wê pirtûkek were bijartin. hemû endam wê van pirtûkan bixwînin û piştî xwendinê di tirşikê de di binê mijara pirtûkê de şîroveyên xwe bike.

heçî bixwaze bibe endam, dikarin li vir binivîsin an jî têkiliyê bi min re dênin. endamên ku di dawîya pêvajoyê de pirtûk nexwendine, belkî wê were cezakirin *

em ê navên pirtûkan li vir jî binivîsin, kesên ne di komê de ne jî dikarin bişopînin û gorî keyfa xwe wê heftîyê tevlî bibin an na.

pirtûkên ku wê vê mehê bên xwendin:
1- Êvara perwaneyê - bextiyar elî
2- firîna bi baskên Şikestî - helîm yûsiv

ser xêrê be.



02.02.2020 11:33 ~2020.02.09 13:56 | simurg56