Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [levent gültekin] de;

4. ev demek gelekî dirêj e ku li tirkiyê digere û konferansan û semîneran dide. li gorî îfadeya wî bixwe, wî hevalên xwe û agaşta xwe wê demê terikandiye ku rêhevalên wî di demên xwe yên herî quwet de bûn.
li gorî nirxandina min, yekî durist û samîmî ye. Eger li pey meqam û pereyan bûya, gelek bi hêsanî dikariya bibe wekîl heta belkî wezîr jî. akp rêxistinek wisa ye ku, eger mêrik niha jî çerx bike, dikare di nav akpê de bibe xwediyê gelek tiştan.
li tirkiyê, mirov tiştên wisa nedîtine loma nikarin bawer bikin ku mirovek bikare sekna xwe bi xwe rexne bike û li dû hiqûqê bikeve.
herî dawîn di halk tvyê de tevlî programek bûye. mirov ji şêwaza pêşkêşkêr fêhm dike ku wisa difikire "ev rebenê hanê berê îslamîst bû lê niha hat ser riya rast, ser riya me". gelek ji çepgirên chpyî wisa difikirin, çimkî misqalek jî ji gotinên wî fêhm nakin. ya rast camêr nehatiye ser riya chpê an jî partiyek din, behsa edalet û prensîban dike. lê ne hikumet guh didê ne jî muxalefet fêhm dike. tenê ji ber ku muxalîf e, muxalefet cih dide wî ewqas.

her tim bi hemû serok û rêvebirên partîyên muxalîf re, di nav têkiliyê de ye, da ku wan li tifaqa demorasîyê li hev bîne. ji bo hevkaryia bi hdpê re jî, tim û tim muxalefetê dehf dide.

bi kurtî, li gorî min mirovek qenc e û ji piraniya mirovan objektîftir e. haya min ji kurdbûna wî tune bû. eger kurd be û xwe tirk bihesibîne jî em nikarin tiştek bêjin jê re.



24.06.2020 10:59 | simurg56