Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rudaw tv] de;

49. televîzyona ku îro davutoglu yê serokwezîrê tirkan, pirsa wê kiriye. di serdana xwe ya başûr de, dema dîtiye ku rûdaw ne li hawirdor e, gotiye "ka rûdaw?".

ecêb e tabî...



http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/211120148



21.11.2014 19:09 | simurg56

45. temam zimanê wan û weşana wan xweş e fîlan lê êdî eleqaya xwe ya ji bo tirkiyê fîşal dikin. min îro li nûçeyên şevê ya vê qenalê temaşe kir, willeh û billeh bêhenek dibêjim herî kêm %70-80ê nûçeyan di derbarê tiekiyê de bû. temam bila ji tirkiyê jî nûçe bidin ji ber ku cîranek girîng e. lê me çi ji lehiya stenbolê, pira sêyemîn û mûzeyeke ki li stenbolê vebûye, ye?



21.07.2014 00:48 | simurg56

39. televîzyona ku vêga encamên hilbijartina heremî ya tirkiyê, zindî dide.

(bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe)



30.03.2014 19:13 | simurg56

17. televîzyonek kurdî ye ku tirkiyeya ku ji bo girtina televîzyonên din yên kurdî çi ji destê were dike, destûr dayê ku li satalayta tirkiyê bixwe de weşanê bike.

tê wê wateyê ku vê qenalê de tiştên ku ji bo dewleta tirk "talûke" be, tune ye.

ez şaş im gelo?



18.11.2013 21:20 | simurg56

2. televîzyona malpera rudaw.net'ê ye. ji aliyê kê ve çima hatiye vekirin nizanim, lê gelek nûçeyên dijberî pkk diweşînin. nûçeya li jor rast be an jî ne rast be zêde ne xem e. her rêxistina ku dijberî an jî dijminahiya pkk dike jixwe dostên xwezayî ya tirkiyê ne. vêca navbera wan û tirkiyê de têkiliyên organîk hebe nebe nizanim. ez vê yekê ne ji bo reşkirinê dibêjim, ev tespîta min e. pêwist e mirov pozîsona xwe li gorî van rastiyan ji nû ve diyar bike.

ger em vegerin meseleya rudawê, ez bawer nakim rasterast ji bo dijminatiya pkk hatibe vekirin, lê helbet fikreke herkesî heye û ew fikir ne mecbûra %100 weke pkkê be.



malpera rudawê pênaseya xwe wisa nivîsandiye;

"Tora Medyayî ya Rûdawê grûbekî medyayî ya kurdî û azad e. Di warê çapemeniyê yên tê dîtin û bihîstin (Bi awayê kaxez, deng, reng û elektronî) berheman pêşkêşî xelkê dike.

Tora Medyayî ya Rûdawê kompaniyekî bazirganiyê ye, lê gihandina zanyariyên rast û beşdarîkirina di çespandina bingehên azadiya raderbirînê (xwe îfadekirinê) de ji bidestxistina qezenca maddî giringtir dibîne. Herwiha di warê belavkirin û gihandina berhemên xwe di sînorekî diyarkirî de ranaweste û ji bo xebitînê dîtinekî cîhanî heye."



(bnr: ez tatmîn bûm)



31.08.2013 12:15 | simurg56