Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [don't breathe] de;

4. (bnr: don't breathe 2)



12.12.2022 20:24 | simurg56

2. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê cyaxares ve, li kurdî hat wergerandin.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê




têbinî-1: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142


têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



14.07.2020 18:40 | simurg56

1. fîlmek ji cûreya tirsê ye. dema fîlmên tirsê ne li ser bingehên efsûnî û sersirûştî be, zêdetir jê hez dikim.
ev fîlm jî yeke wisa ye.

zilamek ku berê leşker bûye û di şerê iraqê de, her du çavên wî kor bûne, li mala xwe bi tenê dijî. pereyek zêde li mala xwe veşartiye. komek ciwanên ku dizehiyên biçûk dibînin, niyet dikin ku vî pereyê wî jê bidizin. lê ev dizehî wê karê wan yê herî zehmet be.


dema diçin qata jêr û wê jinika dîl-girtî dibînin û zilam bi wan dihese û elektîkê li ser wan dibire, êdî avantaj ya zilamê kor e. ji ber ku ew jixwe kor e û hînî tarîyê bûye. sahneyên di vê taritiyê de dikariya dirêjtir û cûdatir be, lê gelek kut bû kurik jî bi hêsanî ji destê zilam xelas bûnê. lê belê di eslê xwe de, di wan sahneyan de li gorî ciwanan, zilam didît û lê ciwan kor bûn vê carê.

min 83 pûan danê.



01.01.2017 13:52 | simurg56