Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [orbot] de;

1. sepana tor browserê ye ji bo telefonên androîd.

dema mirov vê bernameyê li ser telefona xwe saz dike, êdî dikare têkeve hemû malperên qedexe.

ji marketê daxin û saz bikin. dema we bernameyê vekir, pîvazek mezin derdikeve pêşberî we. pêlê bikin û destê xwe 2-3 saniye li ser bihêlin. wê rengê pîvazê biguhere û bername dest bi xebatê bike.

ger we orfoxê (geroka înternetê ya orbotê) saz kiribe, li quncika çep û jêr pêl li browser(tarayici) bikin û têkevin înternetê

lê ger we orfox saz nekiribe an jî hûn nexwazin saz bikin, wê demê li jêr pêl vpn bikin. dema we vpn vekir, êdî geroka we bixwe jî (firefox, chrome çi hebe) dikare têkeve hemû malperan. heta hemû sepanên di telefona we de dikarin têkevin her malperî. weke mînak sepana anfyê jî êdî wê bikare bixebite.



ev bername ip'ya we diguherîne. heta ku we digihîne malperê, 3-4 caran ip diguherîne û bi vî awayî pêşî li şopandina we digire. em ji bo têketina malperên qedexekirî hem jî ji bo veşartina xwe gelek serkeftî ye.



03.07.2016 09:49 | simurg56